Tirkiye

Li Astanayê guftûgoyên li ser Sûriyeyê dest pê kir

Ji bo ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê bisekine, heyetên nûnerên mixalefeta leşkerî, rejima Beşşar Esed, Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîka îro li Astanayê civînekê dike.

23.01.2017 - Rojanekırın : 23.01.2017
Li Astanayê guftûgoyên li ser Sûriyeyê dest pê kir

Ankara

ASTANA

 Ji bo ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê bisekine, heyetên ku ji nûnerên mixalefeta leşkerî, rejima Beşşar Esed, Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê pêk tên îro li Astanaya paytextê Qazakistanê civînekê dike.

Di heyeta mixalefeta leşkerî ya Sûriyeyê da 14 kes hene. Ji Artêşa Sûriyeyê ya Azad jî nûnerek di nav vê ekîbê da ye. Nûnerê Artêşa Îslamê Muhammed Alluş serokatiya heyetê dike. Artêşa Îslamê jî li qadê di nav komên herî mezin da ye. Ekîbeke ku ji 40 kesan pêk tê jî ji şêwirmendên hiqûq, siyaset û medyayê ne. 

Hêleke herî giring a civîna li Astanayê ew e ku muxalefeta leşkerî ya Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir va dê bi kadroyeke fireh beşdarî hevdîtinan be. Ji hêla din hin grûbên din yên mîna Ahraru'ş-Şam ku beşdarî Astanayê nabin, agirbestê tam bicih tînin.

Dîsa muxalif li civînên amadehiyê yên li Enqereyê piştî çendîn salan wekî cara ewil di nêrînê da bûn yek.

Ji civînên li paytextên welatên rojava cudatir, vê carê yên li ser maseyê bi tevahî hemû komên leşkerî ne ku li seheyê şer dikin.

Xaleke "nû" ya ku bi pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê çêbû jî ew e ku muxalefeta leşkerî û Esed di maweya 6 sal şerê navxweyî da dê cara pêşiyê rasterast hevdîtinan bikin.

Pêşanî, rawestandina binpêkirina agirbestê ye

Li gorî agahiya ku endamên Heyeta Muxalefeta Leşkerî ya Sûriyeyê dan AAyê, muxalif dê di civîna sibê da raporekî pêşkêş bikin ku tê da ji aliyê artêşa Beşşar Esed û komên biyanî yên terorîst ên alîgirên rejimê va binpêkirina agirbestê li ser nexşeyê nîşan dide, heye.

Artêşa Esed, bi taybetî Hizbûllah heta niha li Helebê, Lazkiyeyê, Îdlibê, li herêma Xuteya Rojhilat a Şamê, li navçeyên Madaya û Zebedaniyê, li Hemayê, li Humsê, li Derayê bi sedan caran agirbest îxlal kirin.

- Di asta duyemîn de tevdîrên ku ewlehiyê zêde dikin

Heke rejim û garantorê wê Rûsya der barê îxlalkirina agirbestan de gavan biavêjin, muxalif wê du tevdîrên ku ewlehiyê zêde dike, pêşniyaz bikin.

Ji van tevdîran ya ewil ew e ku li Şam û Humsa ku rejimê dorpeç kiriye û qeyrana mirovî lê zêde ye, wê rêyek bê vekirin ku alîkarî bigîhîje herêmê. Ya duyem jî muxalif wê daxwaz bikin ku bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên rejimê de ne, serbest bên berdan.

- Beşdarvanên civînê

Wezareta Karên Derva yê Qazakistanê di daxuyaniya nivîskî de got ku civîna der barê Sûriyeyê de sibê li otela Rîxosê di saet 13.00an de dest pê bike û wê roja din di saet 13.99an de dawî bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civînê ji çapemeniyê re girtî çêbibe, ji bilî nûnerên rejim û muxalefetê Tirkiye, Rûsya, îran, Amerîka û Staffan Mîsturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Sekreterê Giştî yê NYyê jî wê beşdarî civînê bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın