Tirkiye

Li Awusturyayê ji bo ku sembolên PKKê werin qedexekirin kampanyayê dest pê kir

Ji bo ku sembolên rêxistinên terorê PKK, KADEK, KONGRA-GEL, KCK, DHKP-C û YPG/PYDê werin qedexekirin, kampanyaya îmzayê dan destpêkirin.

27.07.2016 - Rojanekırın : 27.07.2016
Li Awusturyayê ji bo ku sembolên PKKê werin qedexekirin kampanyayê dest pê kir

Burgenland

VIYANA

Li Awusturyayê ji bo ku sembolên rêxistinên terorê PKK, KADEK, KONGRA-GEL, KCK, DHKP-C û YPG/PYD werin qedexekirin kampanya dan destpêkirin.

Çalakvanê mafên mirovan Ercan Karaduman û Muhammed Yuksek bi mebesta ku li welêt sembolên PKKya rêxistina terorê û şaxên wê yên din werin qedexekirin li ser malpera înternetê ya "openpetition.eu" kampanyaya îmzayê da destpêkirin.

Karaduman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Awusturyayê sembolên DAEŞa rêxistina terorê qedexekirî ne, lê sembolên rêxistinên terorê PKK, KADEK, KONGRA-GEL, KCK, DHKP-C û YPG/PYDê nehatine qedexekirin.

Karaduman bal kişand, ji ber ku sembolên rêxistinekê hatine qedexekirin û sembolên ya din nehatiye qedexekirin, ev jî li dijî rêgeza wekheviyê ya makezagona Awusturyayê ye û tu rêxistinên terorê ji ya din cudatir nîne.

Karaduman got ku PKK di nav lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê da ye, lê semboln wê li Awusturyayê serbest in, ev jî tê wateya ku terora PKKê meşrû tê dîtin, ev nayê qebûlkirin.

- "Divê sembolên hemû rêxistinên terorê werin qedexekirin"

Karaduman destnîşan kir ku ji bo rêxistinên terorê yên ku li Tirkiyeyê miletê qir dikin di kuçeyên Awusturyayê da destûra propagandayê "durûtî ye" û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku çarçoveya qanûna der barê qedexekirina sembolên rêxistinên terorê da berfireh bibe û ji bo hemû rêxistinên terorê bê sepandin. Lazim e sembolên PKK û rêxistinên terorê yên girêdayî wê ne jî bên qedexekirin. Li kuçeyên Awusturyayê her roj propaqandayên rûreşiyê tên kirin. Heke hikûmeta Awusturyayê di têkoşîna bi terorê ra ji dil be divê sembolên hemû rêxistinên terorî qedexe bike.

Ji hemû welatiyên xwedî hesasiyetê Karaduman xwest ku bila piştgiriyê bidin û heke 100 hezar îmzeyê berhev bikin wê serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Awusturyayê bixin û bixwazin ku bila di vê mijarê da verastkirina qanûnî bê derxistin.

Karaduman di bangewaziya xwe ya ji bo welatiyan da ragihand ku ev sê meh in ji 8 hezarî zêdetir îmze berhev kirin.

Meclisa Awusturyayê di meha kanûna 2014an da verastkirina qanûnî ya der barê qedexekirina sembolên rêxistinên terorê yên wek DAEŞ û El Qaîdeyê qebûl kiribû. Li gor qanûnê kesên ku sembolên rêxistinên terorê bi kar bînin û yan jî propagandaya wan bikin 4 hezar ewro ceza û bi qasî mehekê jî cezayê hepsê li wan tê birîn. Di dema xeberdanên li ser verastkirinê da "betalkirina welatîtiya kesên li derveyê welêt şer dikin" jî hatibû rojevê lê sepandin ji ber hinceta ku wê terorîstên PKKyî jî eleqedar bike paşve hatibû kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.