Tirkiye

Li bajarên bêteror guherîn: Beytşebaba navçeya Şirnexê

Şenerê Wekîlê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şaredariya DBPyî xêncî karên rûtîn tu xizmetek nedaye welatiyan, mehaneya xebatkaran jî 3 mehan dereng daye.

Haydar Şahin, İbrahim Atmaca  | 26.12.2017 - Rojanekırın : 27.12.2017
Li bajarên bêteror guherîn: Beytşebaba navçeya Şirnexê

Şırnak

ŞIRNAK 

Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî li Şaredariya Beytşebabê wezîfedarî kir welatî digihêjin xebatên şaredariyê yên ku bi salan e li hesreta wan mane.

Nurettîn Atamanê Şaredarê Beytşebabê yê DBPyî di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û Qaymeqam Murat Şener wek wekîlê şaredar hatibû wezîfedarkirin. Şener ji bo ku pirsgirêkên bi salan e dewam dikin çareser bike dest bi xebatan kir.

Di vê çarçoveyê da ji bo ku 5 tax û 17 hezar serjimar ji xizmetan îstifade bikin gelek proje hatin çêkirin. Ji aliyekî ra 500 hezar deynê ji şaredariya DBPyî mabû tê dayîn ji aliyê din ra jî bi projeyan va standarda bajêr tê zêdekirin.

- "Welatiyê ava bi çemûr venexun"

Şenerê Wekîlê Şaredar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şaredariya DBPyî xêncî karên rûtîn tu xizmetek nedaye welatiyan, mehaneya xebatkaran jî 3 mehan dereng daye.

Şener got ku berê ji kaniyan ava wekî çemûrê ji kaniyan dihat, bi projeya ku amadekirin va ew ê di demeke kin da Beytşebabê bigihînin ava paqij û xweş.

Şener diyar kir ku ew ê di demeke kin da tesîsa paqijkirina ava vexwarinê têxin xizmetê û wiha pê da çû: "Projeya ava vexwarinê ya ku pê 2 depoyên avê yên 400 tonî û tesîsa paqijkirina ava vexwarinê were çêkirin gihîşte asta dawîn. Bi îzna Xwedê welatiyê ava şêlû ya bi çemûr venexun."

- Di dewsa pereyan da erse teklîfî teqawidbûyan kirine

Şener wiha axivî: "Kêmbûna dahata şaredariyê û zêdebûna mesrefa wê ji bo meriv xizmetê bide asteng nîne. Berê welatî ji xizmetên şaredariyê mehrûm hîştine. Bi pereyê ku hatiye va jî bi tenê mehaneya xebatkaran dane, paşê ji ewraqan hat fehmkirin û 3-4 meh mehane ranezandine. Pere nedane kesên ku ji şaredariyê teqawid bûne di dewsa pereyan da erse teklîfî wan kirine."

Şenerê Wekîlê Şaredar destnîşan kir ku ji ber têkiliyên PKK û FETOyê 9 kes ji kar avêtin û wiha got: "Hat tesbîtkirin ku saziya xizmeta taşeroniyê dide şaredariyê jî nêzî wan e û peymana wê jî hat feshkirin. Şaredariyê berê nikaribû mehaneya xebatkaran bida lê belê nika veberhênanê dike."

- Li kolan û kuçeyan parkeyên bikilît tên rokirin

Şener diyar kir ku li navçeyê salonek tunebû ku ciwan tê da sporê bikin, wan bi Serokatiya Teşkilata Spor Totoyê ra proje çêkir û paşê salona sporê çêkir, tesîsê di nav çend mehan da vebe.

Şener diyar kir ku bihayê projeya salona sporê milyonek 200 hezar lire bû mal û wiha dewam kir: "Em ê bi bihayê 2 milyon û 300 hezarî va li hemû kuçe û kolanên navçeyê parkeya bikilît rokin. Bi vî hawî va welatiyên me wê zivistanê ji heriyê, havînê ji toz û xubarê xelas bibin."

- Di nav 10 mehan da 10 milyon lire veberhênan hat kirin

Şener diyar kir, dema ku wan li şaredariyê dest bi wezîfeyê kir, nêzî 500 hezar lire deynê şaredariyê ji esnafan ra hebû û wan ev deyn di demeke kin da rast kir.

Şener got ku wan di nav 10 mehan da him deynê şaredariyê da him jî nêzî bêyî bikaranîna çavkaniya şaredariyê wan nêzî 10 milyon lireyî veberhênan kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.