Tirkiye

LI BAJARÊN BÊTEROR GUHERÎN - Piştî wezîfedarkirinê Tuncelî gihîşt xizmetê

Wezareta Karên Navxweyî li Şaredariya Tunceliyê wezîfedarî kir û xizmet û projeyên piştî vê hatin destpêkirin bajar vegerandin şantiyeyê.

Ekîp  | 07.12.2017 - Rojanekırın : 08.12.2017
LI BAJARÊN BÊTEROR GUHERÎN - Piştî wezîfedarkirinê Tuncelî gihîşt xizmetê

Tunceli

TUNCELÎ

Wezareta Karên Navxweyî li Şaredariya Tunceliyê wezîfedarî kir û xizmet û projeyên piştî vê hatin destpêkirin bajar vegerandin şantiyeyê.

Beriya wezîfedarkirinê gelê Tunceliyê bi gelek pirsgirêkan ra rûbirû mabû, piştî ku Walî Tuncay Sonel bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnî Da wek Wekîlê Şaredar hat wezîfedarkirin gel rûyê xizmetê dît. Li bajêr kêmasiyên mezin, di birin û anîna komî da pirsgirêk, di avdana park û baxçeyan û gelek xizmetan da kêmasî hebûn. Ekîba di pêşîkêşiya Walî Sonel da ji bo xizmetên baş bide gel dest bi xebatan kir.

Li bajarê ku welatî ji ber birîna avê ji hal derdiketin ekîbê bi piştgiriya Wezareta Karûbarên Av û Daristanê va projeya ava vexwarinê amade kir, ji bo ku ava herî xweş a li Tirkiyeyê ji lûlikên kaniyan bikişe dest bi xebatan kir.

Sonel xêncî projeya ava vexwarin bi gelek xebatên din va di dilê gelê Tunceliyê da cî girt.

Cîgirê Şaredarê Tunceliyê Sonel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hingî ku wî dest bi wezîfeyê kiriye û heta niha, ew ji bo welatiyan xebatê dimeşînin.

Sonel destnîşan kir, beriya wan ji sedî 80yî budçeya şaredariyê ji bo mehaneya personelan dihat veqetandin û wiha dewam kir:

"Piştî ku me li şaredariyê dest bi wezîfeyê kir, karê me yê ewil kifşkirina pêdiviyên sereke yên mirovên me û herêma me bû. Di vê çarçoveyê da me bi piştgiriya Wezareta Daristan û Karên Avê û Wezareta Pêşketinê va jî di demeke kin da projeyên baş çêkirin. Ji bo nimûne em li navenda bajêr rêyên meşê, rêyên duçerxeyê û ji bo malbatan qadan çêdikin. Em vê projeyê di nav 8-9 mehan da temam bikin. Em li taxa Ataturk, li qeraxê Gola Uzunçayirê 5 hezar û 700 mêtre der û dora qeraxê avê çêdikin. Li wê derê 64 hezar mêtreqare qadeke hêşinahiyê wê vebe. Di nav salekê da em ê ji qatek û nîvê zêdetir qada hêşinahiyê vekin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.