Tirkiye

Li Bîngolê operasyona dijî terorê

Li Kixiya navçeya Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da ji tonekî zêdetir xurek û amûrên jiyanê û dokumanên rêxistinê hatin girtin.

22.02.2017 - Rojanekırın : 23.02.2017
Li Bîngolê operasyona dijî terorê

Bingöl

BÎNGOL

Li Kixiya navçeya Bîngolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da ji tonekî zêdetir xurek û amûrên jiyanê û dokumanên rêxistinê hatin girtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li Îlbeyiya Jêr a taxa navçeyê yekîneyên Fermandariya Alaya Cendirmeyên Qomando ya 2yan di 21ê sibatê da operasyon birin ser PKKya rêxistina terorê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da sitargeheke ku endamên rêxistina terorê bi kar dianîn hat tesbîtkirin û wiha hat gotin:

"Di sitargehê da tonek û 130 kîlo ar, hezar pelên cixareyan, hezar û 50 pîl, 350 pakêt şorbeya hazir, 250 kîlo konserve, 260 kîlo makarne, 180 kîlo savar, 150 kîlo şekir, 150 kîlo birinc, 120 kîlo çay, 110 kîlo penîr, 100 kîlo fasulye, 100 kîlo nîsk, 100 kîlo haveyn, 100 qelem, 587 kîlo xurek, gelek amûrên paqijî û jiyanê û dokumanên rêxistinê hatin dîtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.