Tirkiye

"Li dijî aboriya welatê me dorpêçeke veşartî heye"

Serokomar Erdogan: "Li dijî aboriya welatê me dorpêçeke veşartî heye û em nîşaneyên şikestina vê dorpêçê dibînin. Rêjeya pêşketina me mînaka herî dawîn e."

Haydar Şahin  | 16.06.2017 - Rojanekırın : 16.06.2017
"Li dijî aboriya welatê me dorpêçeke veşartî heye"

Ankara

ANKARA

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Kuliyeya Serokomariyê di bernameya "Fitara Protokola Dewletê" de axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser hewlên li dijî Tirkiyeyê yên van rojên dawîn û got, "Li dijî aboriya welatê me dorpêçeke veşartî heye û em nîşaneyên şikestina vê dorpêçê dibînin. Rêjeya pêşketina me mînaka herî dawîn e."

Erdogan der barê daxwazên hiqûqî da got dibê her kes li gor hiqûqê tev bigere û wiha pê da çû: "Di hiqûqê da kesên dixwazin der barê zagonan da gavan biavêjin dibê benda 138an a Qanûna Bingehîn ji bîr nekin. Ez wê bendê tînim bîra wan. Ji ber vê jî dibê her kes rewşa xwe baş bizanibe û ji wê îstifade neke û tundiyê li ser hin derdoran neke. Lewra ev feydeyê nade wan, berevajiyê vê wê bi wan bide windakirin."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal şikand ser protestoya li dijî wî ya li Amerîkayê û wiha axivî: "Ez li Amerîkayê bûm û PKKya rêxistina terorê û FETOyî bûn yek, 40-50 mêtro dûr sekinîn û şexsê min protesto kirin. Polêsên Amerîkayê tiştek nekirin û dest nedan wan. Heger tiştekî wisa li Tirkiyeyê biqewimiya wê helwes çi bûya, hûn li ser vê difikirin? Him tiştek nekirin û him jî 2 welatiyên me yên li wir midaxele kirin avêtine girtîgehê. Ma tiştekî wiha dibe?"

Serokomar Erdogan der barê parêzvanên xwe da wiha got: "Der barê 12 parêzvanên min da biryara girtinê derxistine. Ev zagon û hiqûqeke çawa ye? Heger ev şexsê min neparêzin ez çima wan bi xwe ra dibim Amerîkayê? Ez ê bi Hans û Georgeê Amerîkayê xwe biparêzim?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın