Tirkiye

Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Zurîxê êrîş

Polêsê Swîsreyê der heqê êrîşa fîşengên asîmanî da, ku di cam û dîwarê konsolosxaneyê da xesar çêkir, lêpirsîn da destpêkirin.

19.01.2017 - Rojanekırın : 20.01.2017
Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Zurîxê êrîş

İsviçred

DAVOS

Bi madeyên ku agir pê digire va êrîşî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Zurîxê kirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên konsolosxaneyê hat wergirtin, roja çarşemê di saet 00.30î da bi fîşengên asîmanî êrîşî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Zurîxa Swîsreyê kirin.

Polêsê Swîsreyê der heqê êrîşê da, ku di cam û dîwarê konsolosxaneyê da xesar çêkir, lêpirsîn da destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku polês li ser dîmenên kamerayên li hawirdorê lêkolînên dikin û dixwazin ku kesên bûn şahidê êrîşê, bira biçin qereqola herî nêzîk û îfadeyê bidin.

Ji hêla din, li Swîsreyê xwepêşandanên alîgirên rêxistina terorê PKK/PYDyê vê axiriyê zêde bûn. Hefteya borî li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê ku bûyerên terorê yên li Tirkiyeyê dihatin protestokirin, kesekî ku di dêst da qaşo flamaya rêxistina terorê PKKyê hebû, hatibû binçavkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın