Tirkiye

Li Diyarbekirê dijî firoşkerên hişbirê operasyon

Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna dijî firoşkerên hişbirê yên ji bo wan biryara qefaltinê hebû da operasyon hat kirin û 10 gumanbar hatin binçavkirin.

20.09.2017 - Rojanekırın : 20.09.2017
Li Diyarbekirê dijî firoşkerên hişbirê operasyon

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna dijî firoşkerên hişbirê da bi piştgiriya helîkoptêrê operasyon hat kirin û 10 kes hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Bisûcên Narkotîk a Midûriyeta Ewlehiyê di çarçoveya jêpirsînên hişbirê da dest bi operasyonê kir. Di jêpirsînên berê da ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê hatibû dayîn û operasyon jî ji bo qefaltina wan hat kirin.

Hêzên ewlehiyê jî li navenda bajêr bi piştgiriya helîkoptêrê ji bo qefaltina bersûcan operasyon li dar xist û girt ser navnîşanên berê hatibûn tespîtkirin.

Di operasyonê da 10 bersûc hatin girtin û ji bo qefaltina 8 kesan jî xebat didomin.

Di operasyonên berê hatibûn kirin da jî 609 kîlo û 290 gram esrar, gramek eroîn û hebên tiryakê hatibûn qefaltin. Meqamên edlî 26 gumanbarên di operasyonên dijî hişbirê da hatibûn binçavkirin darizand û der barê 16 kesan da biryara girtinê da.

.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.