Tirkiye

Li Diyarbekirê ekîbên seyar ji bo zarokên li kuçeyan dixebitin li ser kar in

Li Diyarbekirê bi hevkariya Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê û Weqfa Hevkarî û Alîkariyê ya Civakî ji bo pêşî li ber bigirinda ku zarok di kuçe û kolanan da nexebitin "projeya li kuçe û kolanan zarokên dixebitin nemînin" dest pê kir.

Nihat Kavşut  | 19.08.2017 - Rojanekırın : 20.08.2017
Li Diyarbekirê ekîbên seyar ji bo zarokên li kuçeyan dixebitin li ser kar in

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Diyarbekirê bi hevkariya Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê û Weqfa Hevkarî û Alîkariyê ya Civakî ji bo pêşî li ber bigirin zarok di kuçe û kolanan da nexebitin "projeya li kuçe û kolanan zarokên dixebitin nemînin" dest pê kir.

Di çarçoveya projeyê da ji wezîfedarên Midûriyeta Ewlehiyê, Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin Komisyona Xebatê ya Zarokên Kuçeyan hat avakirin.

Komisyona ji bo parastina zarokan dixebite ji bo tesbitkirina zarokên li kuçe û kolanan mendîlan difiroşin, li bazaran eşya dikşînin û li ser rêyan camên wesaîtan paqij dikin 2 ekîbên seyar wezîfedar kiriye.

Di nav 2 mehan da di çarçoveya xebatên tên kirin da 288 zarokên li kuçe û kolanan dixebitin êdî diçin qursên curbecur û malbat alîkariya madî distînin.

Halît Acarê Midûrê Polîtîkayên Civakî û Malbatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir heta niha 288 zarok hatine tesbitkirin û bi malbatên wan ra hevdîtin hatine kirin û wiha got: "Em wek saziyên dewletê ji bo parastina zarokan tevdîran hildidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın