Tirkiye

Li Diyarbekirê qedexeya derketina derva bidawî bû

Li Diyarbekirê qedexeya derketina derva ya 8 taxên li dewrûbera Licê, Hênê û Kocakoyê bidawî bû.

14.11.2016 - Rojanekırın : 15.11.2016
Li Diyarbekirê qedexeya derketina derva bidawî bû

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Qedexeya derketina derva ya li 8 taxên li dewrûbera Licê, Hênê û Kocakoyê bidawî bû.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê bona jinavbirina terorîst û hevkarên wan ên ku li çiya û nava daristanan fealiyetên dimeşînin û herwiha bona rûxandina stargeh, ziving, kozik û mewziyên dije firokeyan û qefaltina alav û amûrên wan, operasyonek hat lidarxistin.

Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya ku bi armanca emiyeta can û malê gel û bona ku sivîl zirarê nebînin, bi erkê Qanûna Rêveberiya Bajêr va li taxa Guçlu û Gomeça Licê, li taxa Kirim, Gokçe, Yavan û Soyluya Hênê û taxa Yazikoy û Şaklata Kocakoyê di 13ê mijdarê da ji saet 05.00î pê va hatibû destpêkirin, ji 14ê mijdara 2016an saet 05.00î pê va qedexe hat rakirin.

- Li 13 taxên gundewarî qedexeya derketina derva

Ji aliyekî din va ji ber operasyona ku wê li dijî PKKya rêxistina terorê were kirin li taxên Licê yên Bîrlîk, Şenlîk, Abali, Ergîn, Tuzlakoy, Çeper, Duru û Daralanê, li taxên Haniyê yên Topçular, Turaliya Jorîn, Kalaba, Seren û Uzunlarê ji 14ê mijdara 2016an saet 05.00î pê va qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.