Spor

Li Diyarbekirê werzîşvanên kêmendam bi saya basketbolê jiyana xwe rengîn dikin

Werzîşvanên Tîma Kêmendaman a Diyarbekirê ku di Koma Dyê ya Lîga Basketbolê da dilîzin bi saya basketbolê jiyana xwe rengîn dikin

Nihat Kavşut  | 18.11.2017 - Rojanekırın : 20.11.2017
Li Diyarbekirê werzîşvanên kêmendam bi saya basketbolê jiyana xwe rengîn dikin

Diyarbakir

DIYARBAKIR 

Werzîşvanên Tîma Kêmendaman a Diyarbekirê ku di Koma Dyê ya Lîga Basketbolê da dilîzin bi saya basketbolê jiyana xwe rengîn dikin.

Di Tîma Kêmendaman a Diyarbekirê da yek jê jin 11 werzîşvan hene û dixwazin ji hemû kêmendaman ra bibin mînak.

Erol Taşê antrenorê tîmê û serokê kilûbê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir di 2 pêşbikên lîstine da carek bi ser ketine û carek jî têk çûne.

Taş diyar kir her çiqas bi derfet û îmkanên kêm dest bi sezonê kiribin jî zehf hewl didin û wiha got: "Lîga me dijwar e. Em hemû tiştên bi piya tên kirin bi dest û milên xwe dikin. Gelek zor e dema meriv sendelî bigerîne pê ra jî gogê biqefêle. Ev karekî zor e."

Erol Taş destnîşan kir hemû astengiyên li ber xwe bi saya sporê derbas dikin û got ji bona hin zor û zehmetiyan jî em li benda alîkariyê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın