Tirkiye

Li Enqereyê qeza: 3 mirî, birîndarek

Li Enqereyê tirek û otomobîlek li hev qelibîn, 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

26.06.2016 - Rojanekırın : 28.06.2016
Li Enqereyê qeza: 3 mirî, birîndarek

Ankara

ANKARA

 Li Çubuka navçeya Enqereyê tirek û otomobîlek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan otomobîla ku şofêrê wê Yuksel Gultekin û plaqeya wê 06 BN 0683 bû li ser rêya Çubuk û Enqereyê li paşve tira ku şofêrê wê Cevat Akçay û plaqeya wê 21 GF 666 bû qelibî.

Otomobîl kete binê tirê. Şofêr Yuksel, diya wî Kamile Gultekin (80), Raşit û Ugur Gultekin di qezayê de birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê lê, Yuksel, Kamile û Raşit Gultekin li nexweşxaneyê mirin.

Herwiha rewşa Uğur Gultekin jî giran e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın