Tirkiye

Li Erdîşê xebatên çêkirina rê

Qaymeqam û Cîgirşaredarê Erdîşê Yaşar teseliya xebatên çêkirina Rêya Qeraxê Gola Wanê kir, wesayîta valakirina asfaltê ajot

06.07.2017 - Rojanekırın : 08.07.2017
Li Erdîşê xebatên çêkirina rê

Van

VAN

 Qaymeqam û Cîgirşaredarê Erdîşê Mehmet Şirin Yaşar teseliya xebatên çêkirina Rêya Qeraxê Gola Wanê kir.

Qaymeqam Yaşar ku di heman demê da wekî cîgirşaredarê navçeyê jî hat peywirdarkirin, xebat û projeyên guhertin û tezekirina rû û şemalê navçeyê didomîne. Herwiha yek ji van xebatan ku verastkirina Rêya Qeraxê Gola Wanê ye, bênavber dewam dike.

Yaşar herwisa çû ciyê xebatê û teseliya verastkirina rê kir. Yaşar der barê xebatan da agahî stand, wesayîta valakirina asfaltê emiland û beşdariya xebatan kir.

Xelkê Erdîşê yên ku li qeraxê golê derketibûn geştê, eleqeyeke mezin nîşanî Yaşar dan.

Yaşar piştî teselîkirina xebatan, çû cem welatiyên li qeraxê û bi wan ra bo qederekê sohbet kir. Yaşar li vir mizgînî da ku ewê di kurtemaweyekê da li qeraxê golê dest bi çêkirina kafeyên li rex qerax bikin.

Yaşar eiha xeberda, "Dema ev projeyên ku me sozê wan daye, biqedin Erdîş wê bibe navenda cazîbeyê û herwiha wê bibe bajarekî modern."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.