Tirkiye

Li Hekariyê hin der wek "herêma asayîşê ya taybet" hatin îlankirin

Li navenda Hekariyê û li navçeyên Çukurca, Şemdînlî û Yuksekovayê hin der ji 24ê rêbendanê pê va heta 15 rojan wek "herêma asayîşê ya taybet" hatin îlankirin

22.01.2018 - Rojanekırın : 23.01.2018
Li Hekariyê hin der wek "herêma asayîşê ya taybet" hatin îlankirin

Hakkari

HAKKARΠ

Li navenda Hekariyê û li navçeyên Çukurca, Şemdînlî û Yuksekovayê hin der ji 24ê rêbendanê pê va heta 15 rojan wek "herêma asayîşê ya taybet" hatin îlankirin.

Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, PKKya rêxistina terorî ya cudaxwaz û rêxistinên terorî yên din ku di nav sînorê bajêr da fealiyetê dikin, di demên dawîn da bi çalakiyên xwe yên teror û çavtirsandinê va tesîreke neyênî li ser pêşketina civakî û aborî ya bajêr dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku welatî ji ber çalakiyan nikarin fealiyetên xwe yên aborî û civakî bimeşînin û ji mafê xwe yê seyahatê mehrûm dimînin û wiha hat gotin:

"Tesîreke neyênî li ser jiyana rojane ya welatiyên me çêdibe û welatiyên me mexdûr dibin. Meqamê me yê walîtiyê ji bo asayîşa can û malê welatiyên me, ji bo ku hizûr û asayîş xerab nebe, ji bo ku dewlet û milletê me ji her cure tehdîdên terorîst û êrişan were parastin û ji bo temînkirina asayîş û ewlehiyê her cure tevdîran hildide."

Di çarçoveya tevdîran da li gor benda Qanûna Herêmên Qedexe yên Eskerî û Herêmên Asayîşê li 31 herêmên navenda bajêr û navçeyên Çukurca, Şemdînlî û Yuksekovayê ji 24ê rêbendanê roja çarşemê saet 00.01î pê va heta 7ê sibatê roja çarşemê saet 23.59an wek "herêma asayîşê ya taybet" hatin îlankirin. Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bila welatî bê destûr nekevin herêmên navborî.

Der heqê qadên ku wek "herêma asayîşê ya taybet" hatin îlankirin da li ser malpera walîtiyê agahî hatine parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.