Tirkiye

Li Hekariyê êrîşa terorê: 4 leşker birîndar ketin

Li Şemzînana navçeya Hekariyê terorîstan êrîşî herêma baregeha leşkeriyê kirin, di êrîşê da 4 leşker birîndar ketin.

27.08.2016 - Rojanekırın : 28.08.2016
Li Hekariyê êrîşa terorê: 4 leşker birîndar ketin

Hakkari

HAKKARÎ

 Li Şemzînana navçeya Hekariyê terorîstan êrîşî herêma baregeha leşkeriyê kirin, di êrîşê da 4 leşker birîndar ketin.

Li gor agahiyên ku hatin sitandin, komeke endamê PKKya rêxistina terorê êrîşî Herêma Baregeha Girê Mamraşê ya Derecika Şemzînanê kirin.

Leşkeran demildest bersiv dan êrîşê û li ser vê pevçûn derket, di pevçûnê da 2yê wan rewşa giran 4 kes birîndar ketin. Birîndar bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.

Hêzên ewlekariyê ji bo derdestkirina terorîstên ku revîn operasyon dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın