Tirkiye

Li Hin kuçeyên Sûrê qedexeya derketina derva hat rakirin

Li hin kuçeyên 6 taxên Sûra navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat rakirin, piştî rakirina qedexeyê welatiyên mexdûrê terorê bi mehan şunda vegeriyan malên xwe.

27.08.2016 - Rojanekırın : 28.08.2016
Li Hin kuçeyên Sûrê qedexeya derketina derva hat rakirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

 Li hin kuçeyên 6 taxên Sûra navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat rakirin, piştî rakirina qedexeyê welatiyên mexdûrê terorê bi mehan şunda vegeriyan malên xwe.

Hin malbatên ku di encama êrîşên PKKya rêxistina terorê malên xwe terk kiribûn vedigerin malên xwe yên li kuçeyên Çîçekçî û Dabanogluyê û piştî 9 mehan gihîştên cî û warên xwe.

Hin malbatên ku vegeriyan halê malên xwe gava xaniyên xwe yên ku di êrîşên rêxistina terorê da bûne xirabe dîtin zehf li ber xwe ketin.

Alî Analayê ku piştî qedexeyê hate mala xwe ya li Sûrê got ji hemû kesên ku ji bo wan hewl dane ra spadar in.

Analay got bawer dikin ku dewletê wan mexdûr neke û wiha axivî:

"Ji ber ku hatin mala xwe em zehf kêfxweş bûn lê belê çaxa ku me halê malê dît morala me xirab bû. Avahî gişk hilşandine û derî şikênaştine. Ji bo ku xaniyên xwe bînin halê berê em ji rayedaran alîkariyê dixwazin. Em dixwazin ku dîsa li Sûrê bijîn. Min bişînin aliyê din ê dinyayê jî ezê dîsa werim Sûrê. Em li vir hatin dinê, mezin bûn û dixwazin ku li vê derê bimrin.

- "Bira hizûr hebe bes e"

Hasan Karabulut jî diyar kir ku 62 sal in li Sûrê dijî û bertek nîşanî rêxistina terorê da û wiha got: "Diyarbekir diyarekî kaw e. Bira hizûr hebe bes e. Nan û pîvaz hebe ji serê me zêde ye."

Salih Atli (85) duyar kir ku ji ber êrîşên terorê xêncî malbatan hemû esnafê navçê zirar dît û wiha axivî:

"Hin esnaf mecbûr man ji ber êrîşan dikanên xwe girtin. Di vî emrê xwe da ji bo ku bîna Sûrê hildim têm dikana xwe. Min derbeya 12ê Îlonê jî dît lê belê ji ber ev tiştên ku hatin serê me ez zehf êşiyam. Dewlet ku avahiyan hilşîne û teze çêke ew ê zehf baş be."

- Li hin herêman qedexe dewam dike

Li hin herêmên taxên Cevatpaşa, Fatîpaşa, Dabaoxlu, Xasirlî, Cemal Yilmaz û Savaşê ji bo ku teqîbat bê temamkirin û welatî di ewlehiyê da bijîn qedexeya derketina derva dewam dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.