Tirkiye

Li Mûşê ji ber sermayê derî, pace û balkon hatin laylon û brandakirin

Ji ber ku li Mûşê germa hewayê dikeve bin sifirê 15 pileyan, hin welatiyan derî, balkon û paceyên mala xwe bi laylon û brandeyê va pêça

İbrahim Atmaca  | 11.12.2017 - Rojanekırın : 14.12.2017
Li Mûşê ji ber sermayê derî, pace û balkon hatin laylon û brandakirin

Muş

MUŞ 

Ji ber ku li Mûşê germa hewayê dikeve bin sifirê 15 pileyan, hin welatiyan derî, balkon û paceyên mala xwe bi laylon û brandeyê va pêça.

Li Şenovaya gundê li ser navendê ji ber ku sir û sermaya zivistanê zêde ye, welatî tînin derî û paçeyên malên xwe laylon û brande dikin.

Ji şêniyên gund Selçuk Yilmaz diyar kir ku zivistana Mûşê pir sar derbas dibe û wiha dewam kir: "Dema ku serma pir çêdibe, em derî û paceyan bi laylon û brandeyê dipêçin. Em laylon li traktorên xwe jî wer dikin û ji sermayê diparêzin. Ji bo ku lastîkên tekerên traktorê ji ber sermayê neqelişin, em bi laylonê dipêçin."

Bayram Ozturk jî got ku ew ji ber sermaya zivistanê balkon, derî û paceyên malên xwe laylon dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın