Tirkiye

Li nav welêt 55 milyon hilbijêr hene

Di rayavêtina gel da ya ku wê 16 Nîsanê ji bo guherandina Makezagonê bê kirin li çar aliyê welêt bi tevahî 55 milyon û 319 hezar hilbijêr li ser 167 hezar sindoqî wê rayê biavêjin.

31.03.2017 - Rojanekırın : 31.03.2017
Li nav welêt 55 milyon hilbijêr hene

Istanbul

ANKARA

 Li gor reqamên ji agahiyên ser malpera înternetê ya Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB) hat parvekirin di nav bajaran da hilbijêr herî zêde li Stenbolê û herî kêm jî li Baybûrtê hene.

Li Stenbolê 10 milyon û 518 hezar û 57 û li Baybûrtê jî 56 hezar û 885 hilbijêr di qeydan da cih digirin.

Hat ragihandin ku li Enqereyê 3 milyon û 853 hezar û 894, li Îzmirê 3 milyon û 174 hezar û 549, li Antalyayê milyonek û 636 hezar û 742, li Edeneyê jî milyonek 510 hezar û 122 hilbijêr hene.

Gazîantep, Hatay, Mêrsîn, Kocaelî, Konya, Manîsa û Şanliurfa jî di nav bajarên hejmara hilbijêran ji milyonekê zêdetire da ne.

Tuncelî bi 60 hezar û 789, Erdexen bi 67 hezar û 435 û Kilîs jî bi 81 hezar û 118 hilbijêrî va di nav bajarên hejmara hilbijêran di bin 100 hezarî da ne cih digirin.

Li seranserê Tirkiyeyê bi tevahî 55 milyon û 222 hezar û 167 hilbijêr hene û ewê li ser 167 hezar û 140 sindoqî rayê biavêjin.

Di vê navberê da li girtîgehan jî wê 461 sindoq bên danîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın