Tirkiye

Li paytext Enqereyê mitînga Qudsê

Memûr-Sen, Hak-Îş, ÎHH, Cîhannuma û ONDER ji bo bertek nîşanê biryara Amerîkayê ya wekî paytext naskirina Qudsê bidin li Qada Anadoluyê mitînga hevpar li dar xistin

Elif Orhan  | 18.12.2017 - Rojanekırın : 19.12.2017
Li paytext Enqereyê mitînga Qudsê

Ankara

ANKARA

Memûr-Sen, Hak-Îş, Weqfa Arîkariya Mirovî ÎHH, Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê (AGD) Cîhannuma û ONDER ji bo bertek nîşanê biryara Amerîkayê ya wekî paytext naskirina Qudsê bidin li Qada Anadoluyê mitînga hevpar li dar xistin.

Serokê Giştî yê Memûr-Senê Alî Yalçin axaftina vekirinê ya mitîngê kir û got ku Quds ya dînê îslamê ye û bertek nîşanê biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê da.

Yalçin qal kir ku Îsraîl ne navê dewletekî ye navê rêxistineke terorê ya dagirker e û got ku "Mîratgir û xwediyê Qudsê jî diyar e. Malik û zilyeda Qudsê jî diyar e. Desthilatdarê Filistînê Dewleta Filistînê ye. Îsraîla terorîst dagirkerê wan axan e."

Yalçin Qudsê wekî "emaneta pîroz a ji bo umet û mirovahiyêî qîmeteke bêhemta" nirxand û nirxandina "Ji bo çeteya siyonîst a ku dibêjinê Îsraîl dawiya destdirêja ser Qudsê dê bibe qiyameta tunebûna wê."

Yalçin got "Tenêhiştina Qudsê, bêxwedîhiştina doza Filistînê; ji bo kesên ku îstiqameta wan Fatîhe ye zîlletek e, xiyaneta doza pîroz e" û wiha axivî: "Heke bihêlin ku postalên siyonîstan Mescîda Eqsa qirêj bikin ev yek tê wateya daxwazkirina felaketê."

Yalçin got "Bila Amerîka bibihîze, Îsraîl fehm bike, heta ku Quds azad bibe emê bêdeng nebin. Heta ku Quds ji dagirkeriya siyonîst xilas nebe emê rehet nesekinin."

- "Şer şerê sedsala pêşiya me ye"

Serokê Giştî yê Hak-Îşê Mahmut Arslan jî diyar kir ku biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wek "paytextê Îsraîlê" nas dike nas nakin û wiha axivî:

"Ji oqyanûsê wêdetir çi dibêje bila bibêje, Amerîkaya Trump çi dibêje bila bibêje, kîjan biryarê didin bila bidib em biryara Qudsê nas nakin, emê nas nekin, tu hikmê vê biryarê tune lewra Quds bajarê me yê qedîm e. Paytextê me yê ezelî û ebedî ye. Ji ber ku em ji bo Qudsê serê xwe didin, em nahêlin ku paytextê me bikeve bin piyan. Pîrozwerî û statuya dîrokî ya Qudsê tu carî nikarin bê guhertin, ew statu ew e ku rihê şaristaniya me ya qedîm û navenda qedîm e."

Arslan got "Mescîda Heram çi be, Mescîda Nebewî çi be Mescîda Eqsa jî ew e" û got ku Quds û Mescîda Eqsa ji bo wan emanet e."

Arslan got ku Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo ku têşe bide sedsala bê bi zanebûn ev biryar da û got ku "Şer şerê sedsala pêşiya me ye. Em divê xwe ji bo têkoşîna sedsala pêşiya me amade bikin."

- Hûrguliyên ji mitîngê

Piştî Yalçin û Arslan Serokê AGDê Salih Turan, Cîgirê Serokê Giştî yê Cîhannuma Ahmet Akça û Serokê Giştî yê ONDERê Halît Bekîroglu û Serokê Giştî yê ÎHHê Bulent Yildirim jî xitabê kesên di mitîngê de kirin.

Mitîngê bi xwendina Sirûda Neteweyî dest pê kir û Grup Yuruyuşê jî konserek da. Piştî konser û axaftina ku li ser navê komîteya tertîbê hat kirin Qur'ana Pîroz hat xwendin.

Di mitîngê de alayên Tirkiye û Filistînê bi hev re hatin hejandin û diruşmên wekî "Bila Îsraîl qehr be, bila Amerîka qehr be" hatin berzkirin û Reşad el-Cuneydiyê mamê Fewzî el-Cuneydiyê 16 salî yê ku navê sembol ê ku berxwedana Qudsê ye jî beşdarî mitîngê bû.

Amirê Îdareyê yê TBMMê Ahmet Gundogdu, Arîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba û hin parlementer jî beşdarî mitîngê bûn.

Li gor agahiyên ku ji emniyetê hatin sitandin di mitîngê de nêzî hezar û 500î polês bi piştgiriya polêsan peywir kir. Kesên ku beşdarî mitîngê bûn piştî ku ji cîhaza x-rayê derbas bûn ketin qada mitîngê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın