Tirkiye

Li qad û meydanan nobeta demokrasiyê dewam dike

Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydanan "nobeda demokrasiyê" didomînin.

nobeda demokrasiyê  | 29.07.2016 - Rojanekırın : 30.07.2016
Li qad û meydanan nobeta demokrasiyê dewam dike

Istanbul

ANKARA

Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydanan "nobeda demokrasiyê" didomînin.

Sêrt

Şirnexiyên mexdûrê terorê yên ku li Sêrtê dijîn bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan.

Mexdûrên terorê li Şaxa Sêrtê ya Sendîqeya Turk-Îşê civiyan û hewla derbeyê ya FETOyê û bûyerên terorê yên li bajêr şermezar kirin.

Stenbol

Hin endamên ragihandinê yên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li Kisikliyê "nobeda demokrasiyê" didomînin bangî memetçixê kirin.

Di destê komê da pankartên ku li ser "Meydan emanetî gel, qişle emanetî leşkeran", "We wetrê hûnê bi tiving, teyare, tank û mirinê gel bitirsînin?", "Hetanî ku ev welata ji xayînan neyê paqijkirin ji me ra xew heram e" hatine nivîsandin hebûn û li ser navê komê Serkan Biçakçi danezan xwend.

Wek mayîn Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji bo kesên ku di hewla derbeyê da hatin şehîdkirin mewlûd da xwendin. Mewlûd li Parka Saraçxaneyê hat dayîn û pêşiyê sela hat xwendin, bi Qurana Pîroz hat dewam kirin û paşê mewlûd hat xwendin.

Enqere

Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydana Qizilayê "nobeda demokrasiyê" didomînin.

Piştî banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ya 15ê Tîrmehî welatî her roj li Meydana Qizilayê dicivin û bertekê nîşanî FETOyê didin.

Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufekçî, hin parlementerên AK Partiyê û Bulent Gedîkliyê Serşêwirmendê Serokomar jî hatin û piştevanî dan nobedê.

Diyarbekir

Li Diyarbekirê nobeda demokrasiyê ya welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydanan dewam dike.

Wan

Li Wanê nobeda demokrasiyê ya welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydanan dewam dike.

Bi hezaran welatî li Medana Beşyolê civiyan û posterên Serokomar Erdogan û alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û sloganên "Histûyê xwe li ber wan xar neke gel bi te ra ye", "Li dijî derbeyê dest bidin hev", Her tişt ji bo welêt", Îdamê dixwazin", "Kurd û tirk li vir in FETO li ku ye?" avêtin.

Elezîz

Li Elezîzê welatî li Qada Îzzetpaşa civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan. Di çalakiyan da ekîba mehteran a Şaredariya Elezîzê jî hazir bû.

Wek mayîn li Elezîzê li Meyda Demokrasiyê mehra gelek hevseran hat birîn û Serokê Şaredariya Elezîzê Mucahît Yanilmaz mehra hevseran birî.

Mêrdîn

Li Mêrdînê nûnerên partiyên siyasî, sendîka û saziyên civakî yên sivîl tevî alaya Tirkiyeyê li ber Serokatiya Bajêr a AK Partiyê civiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê ya FETOyê dan.

Bîngol

Di roja 14emîn a nobeta demokrasiyê da welatî li ber Quleya Saetê civiyan û bi pankat û alayan bertek nîşanî hewla derbeyê dan û heta kolana Gencê meşiyan.

Şanliurfa

Li Şanliurfayê bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê li Qada Rabîayê çalakî hat kirin û welatiyan ji bo bertek nîşanî derbeya FETOyê bidin nimêja eşayê kir, Qur'an xwendin û dia kirin.

Meletî

Welatiyên ku li ber Walîtiya Meletiyê û Mizgefta Yeniyê dicivin tevî malbatên xwe nobeta demokrasiyê digirin.

Kahramanmaraş

Li Kahramanmarşê welatî li qada bajêr ji bo nobeta demokrasiyê civiyan û Parlementerê AK Partiyê yê Kahramanmaraşê Ugur Dîlîpak jî li wir axivî û got: "Em êdî nahêlin ku li Tirkiyeyê wext bi dek û dolaban derbas bibe. Milet wê bi lîstikên wiha wê êdî nexape."

Kilîs

Bi hezaran welatî ji bo bertek nîşandana hewla derbeyê li Meydana Cumhuriyetê kom bûn û Şaredariya Kilîsê, Kizilaya Tirkan, Yeşîlay û karsaz Mehmet Aykanat û Erdogan Aktaş ji bo nobedaran ezet û îkram kirin.

Adiyaman

Li Adiyamanê jî milet li ber walîtiyê civiya û hewla derbeya FETOyê protesto kir û li helbestên Serokomar Erdogan berê xwendibû guhdar kirin.

Gazîantep

Meydana Demokrasiyê ya li bajêr ji bo kesên nobeta demokrasiyê digirin û bi hezaran welatiyên ku li wir kom bûn alayên Tirkiyeyê hejandin lenet li FETOyê anîn û hewla derbeyê protesto kirin.

Welatiyan bi baldarî li ser ekranên qirase yên li meydanê vîdeo fîlma ji hêla Anadolu Agencyê (AA) va hat amadekirin û bûyerên hewldana derbeya 15 Tîrmehê nîşan dide, temaşe kir.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın