Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê wê berf bibare

Tê texmînkirin ku li herêma Rojhilatê wê li deverên bilind berf û şilope bibare.

Önder Beyter  | 14.11.2017 - Rojanekırın : 15.11.2017
Li Rojhilatê Anadoluyê wê berf bibare

Erzurum

ERZURUM 

Tê texmînkirin ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê wê li deverên bilind û serdest berf û şilope bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê nîvewrayî be û herwiha piştî nîvroyê jî li dewrûbera Erzingan û Erziromê baraneke hûr wê bibare.

Tê pêşbînîkirin ku li herêmê germahiya hewayê wê ji ser pileyên asayî yên demsalê ra be û herwisa li noqteyên bilind jî berf û şilopeyê bibare.

Tê texmînkirin ku li herêmê wê ji hêla başûr va bayekî nerm rabe û car caran jî ev ba wê nîvqewî be. Dîsa li herêmê nîvê şevê wê qiravî û bûsî çêbe.

Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Erdexan û Qersê di bin sifirê da 3, li Agiriyê di bin sifirê da 2, li Erziromê sifir, li Îdir û Tunceliyê 2 û li Erzinganê jî 3 pile hat pîvan.

Nava rojê pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Tunceliyê 17, li Erzinganê 16, li Îdirê 15, li Agiriyê 14, li Erdexan, Qers û Erziromê jî 13 pile be.








Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın