Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Li herêmê rêya 500 tax û gundan ji ber berfê hat girtin

Türkan Tosun  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
Li Rojhilatê Anadoluyê zivistan

Erzincan

ERZURUM 

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û rewşa hewayê ya nebaş rêya 500 gund û taxan hat girtin.

Li Erziromê ji ber berfê ya ku du roj in dibare rêya 4 taxan hat girtin.

Tîmên Şaredariya Mezin ji bo ku rê bên vekirin dixebitin û xoy li rêyan direşînin.

- Erzingan

Li Erzinganê navenda bajêr 5, li navçeyên Çayirliyê 5, li Îlîçê 5, li Kemahê 5, li Kemaliyeyê 14, li Otlukbeliyê 1, li Refahiyeyê 55, li Tercanê 6 û li Uzumluyê 4 bi tevahî rêya 100 gundan hat girtin.

19 tîm bo vekirina rê dixebitin.

- Qers

Li Qersê bi şev berf barî, rêya 13 gundan hat girtin.

Tîmên Şaredariya Mezin a Qersê yên ku berfê paqij dikin hewl didin ku rê bên vekirin.

Li Qaxizmanê rêya 5 gundan, li Arpaçayê rêya 3 gundan, li Sariqamîşê jî rêya 5 gundan hat girtin.

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindahiya berfê 80 santîmêtro hat pîvan.

- Erdexan

Li Erdexanê serê sibê pê va berf dibare.

Li ser rêya Erdexan û Artvînê li herêma Saharayê, li ser rêya Erdexan û Posofê jî li taxa çiyayê Ilgarê qeşa çêbû.

Rêya 3 gundan jî hat girtin.

- Tuncelî

Li giştiyê Tunceliyê ji ber berfê rêya 242 gundan hat girtin.

Qalindiya berfê li navenda bajêr 10 santêm, li hin navçeyan jî 40 santêm e.

Tîmên Îdareya Taybet hewl didin ku rê bên vekirin.

Tîmên şaredariyê jî berfê paqij dikin û xoy li rêyan direşînin.

- Agirî

Li Agiriyê duh êvarê pê va berf dibare.

Li taxa Îpek Geçîdî ya ku li ser rêbejeya Agirî-Bazîdê ye di hatin û çûyînê de zehmetî çêbû.

Ji bo ku wesayîtên di rê da mane nebin sedema rêgirtinê wezîfedar dixebitin.

Tîm berfê paqij dikin û xwe li rêyan direşînin.

Li giştiyê bajêr rêya 138 gundan hat girtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın