Tirkiye

Li Şirnexê di kana komirê ya qaçax de hezaz çêbû

Li Şirnexê li kanek komirê ya taybet hezaz çêbû. Ekîbên AFAD û tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.

Sevim Hatun  | 17.10.2017 - Rojanekırın : 18.10.2017
Li Şirnexê di kana komirê ya qaçax de hezaz çêbû

Şırnak

ŞIRNEX 

Li Şirnexê di kaneke komirê ya ku qaçax dixebitiya de hezaz çêbû û 7 karker mirin.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li tanga madenê ya di kîlometroya 20emîn a rêbeja Şirnex-Cizîrê de di kaneke komirê ya bêrûhsad de hezaz çêbû. 

Hin karkerên ku di kana komirê de dixebitin man bin hezazê de û li ser vê yekê ekîbên AFAD û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Di encama xebatên ji bo xilaskirina karkerên ku asê mane de cendekê 7 karkeran hatin derxistin û 1 karker jî birîndar hatin xilaskirin.

Karkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hember îxtimala dibe ku di bin hezazê de karker mabin xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin.

Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş, Midûrê Ewlehiya Bajêr Omer Uslusor û Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Albayê Biqidem Selçûk Yildirim li herêma ku lê hezaz çêbû lêkolîn kirin û der barê xebatên lêgerîn û xilaskirinê de agahî sitandin.

- Ruxseta xebatê ya kanê tune ye

Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî der heqê hezaza ku li Şirnexê di kaneke komirê de çêbû de got ku "Saheya madenê ya ku qeza lê çêbû saheyekî wisa ye ji ber ku ji aliyê xebitandin û ewlehiya kar ve xeternak bû MÎGEMê di sala 2013an de fealiyetên wê dane sekinandin. MÎGEMê ji bo saheya ku qeza lê çêbû ruxseta xebatê nedaye. Xebata ku hatiye kirin xebateke qaçax e."

Rayedarên wezaretê di daxuyaniya ku dan nûçegihana AAyê de dan zanîn ku Midûriya Giştî ya Karên Madenê (MÎGEM) ji ber ku xetereya xebitandin û ewlehiya kar heye fealiyetên saheya madenê ya ku qeza lê çêbû di sala 2013an de dan sekinandin. 

Rayedaran diyar kirin ku MÎGEMê ji bo saheya navborî ruxseta xebatê nedane û gotin ku "Xebata ku tê kirin xebateke qaçax e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın