Tirkiye

Li Stenbolê operasyona terorê

Di operasyona dijî rêxistina terorê PKK/KCKê da 12 berşik hatin binçavkirin

Önder Beyter  | 19.07.2017 - Rojanekırın : 19.07.2017
Li Stenbolê operasyona terorê

Istanbul

ÎSTANBUL

Li Stenbolê di operasyona dijî rêxistina terorê PKK/KCKê da 12 berşik hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Stenbolê ji bo desteserkirina 14 kesên ku hat tespîtkirin, êvara şemiya borî li taxa Başakşehîr Guvercintepeyê li ser kolana Ahmet Yesevî bi molotofkokteylan êrîşî otobuseke ÎETTyê kirin, dest bi xebatê kirin.

Di operasyona ekîban da jê yek ji 18 salî piçûktir, 10 berşikên ku di sîwana Baskê Ciwanên Şoreşger (DGH) ên rêxistina terorê PKK/KCKê da fealiyetê dikin, ji ber îdiaya ku beşdarî êrîşa molotofkokteylê bûn, hatin desteserkirin.

Xêncî vê, di dewamiya operasyonê da du berşikên ku hat tespîtkirin, peywendiya wan bi hin edamên PKK/KCKê yên tewqûfkirî ra heye, hatin binçavkirin.

Di lêgerîna li adresên berşikan da dokumen û amûrên dîjîtal ên rêxistinî hatin qefaltin.

Ji bo desteserkirina 4 berşikên din ên ku têkiliya wan bi êrîşa li Başakşehîrê ra heye, xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.