Tirkiye

Li Stenbolê operasyonên "fatureyên qelb"

Li Stenbolê ji ber amadekirina fatureyên qelb 9 operasyon hatin kirin û 12 kes hatin binçavkirin.

Abdullah Tel  | 22.07.2017 - Rojanekırın : 23.07.2017
Li Stenbolê operasyonên "fatureyên qelb"

Istanbul

ÎSTANBUL

 Li Stenbolê 12 kesên ku hat tespîtkirin fatureyên qelb amade dikin û bi vê rêbazê 7 milyon lîre bi neheqî qezenc kirin, di operasyonan da hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyê, ekîba Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Darayî der heqê kesên tê îdiakirin fatureyên qelb amade dikin û derdixin piyaseyê da dest bi xebatê kir.

Di hefteya dawîn da li seranserê bajêr 9 operasyon hatin kirin û 12 gumanbar hatin binçavkirin.

Di operasyonan da gelek fatureyên vala û yên nivîskî, îrsaliye, mohr û qaşeyên fîrmayan hatin bidestxistin.

Hat îdiakirin ku gumanbaran bi qasî 7 milyon lire fatureyên qelb birîne û ji serê her fatureyê jî ji sedî 3-8 komîsyon hildane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.