Tirkiye

Li Wanê 3 qîzên ku dixwestin birevînin çiyê hatin xilaskirin

Li Edremîta navçeya Wanê 3 zarên qîzîn ên ku tê gotin terorîstên PKKyî yê ew bibirana çiyê bi operasyonekê hatin rizgarkirin.

24.09.2016 - Rojanekırın : 27.09.2016
Li Wanê 3 qîzên ku dixwestin birevînin çiyê hatin xilaskirin

Van

VAN

 Li Edremîta navçeya Wanê 3 zarên qîzîn ên ku tê gotin terorîstên PKKyî yê ew bibirana çiyê bi operasyonekê hatin rizgarkirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Wanê îxbar hildan ku 3 qîzên ku emrê wan di navbera 15 û 18 salî da ne ji bo ku tevlî rêzên PKKya rêxistina terorê bikin ewê bixapînin û bibin çiyê û li ser vê xebat dan destpêkirin.

Ekîban li tanga Kurubaşa li ser rêya Edremîtê ciyê kontrolê çê kirin û wesayît dan sekinandin û 3 qîzên ku rêxistina terorê ewê birevanda çiyê rizgar kirin.

V.A. û E.L. yê ku di wesayîtê da bûn bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku piştî temamkirina karûbarên li ewlekariyê yê şikbaran sewqî dadgehê bikin. Qîzên ku hatin rizgarkirin ji bo îfadehildanê birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.