Tirkiye

Li Wanê bayê tango û salsayê

- Kursa tango û salsayê ya ku ji aliyê akademiyeke taybet va hat vekirin, bû rawestgeha kesên ku dixwazin bi muzîk û reqsê ji stresê dûr bisekinin

19.02.2017 - Rojanekırın : 22.02.2017
Li Wanê bayê tango û salsayê VAN (AA) - Li Wanê bi destê akademiyeke taybet kursa tango û salsayê hat vekirin û herwiha welatiyên mensûbên pîşeyên cur be cur jî beşdariya kursê dikin û ji stresa rojane dûr disekinin.

Van

VAN

 Li Wanê bi destê akademiyeke taybet kursa tango û salsayê hat vekirin û herwiha welatiyên mensûbên pîşeyên cur be cur jî beşdariya kursê dikin û ji stresa rojane dûr disekinin.

Li bajêr akademiyeke taybet a hunerê ku di warê cur be cur yên jiyanê yên wekî çand, huner û ziman da fealiyetê dimeşîne, bi xizmeta xwe va rengê sosyal ê bajêr dixemilîne.

40 kursiyerên ku du mehan, di heftê da sê saet ders distînin, di dawiya kursê da fêrî tango û salsayê dibin. Herwiha di dawiya kursê da ji bo kursiyeran şevên tango û salsayê tên lidarxistin.

Midûrê Akademiyê Selahattîn Dogrul ji peyamnerê AAyê ra got ku wan, ji bo ku pêşdaraza der heqê bajêr da bişkênin akademî ava bikin.

- "Deriyê mirov divê li ber çandên cuda vekirî be"

Selin Bayburt ku 4 meh berê wekî bijîşka malbatê tayîna wê derket Çataka navçeya Wanê, li akademiyê perwerde dide. Bayburtê diyar kir ku ew 5 sal berê li Stenbolê fêrî tangoyê bû û li hemberî vê xizmeta ku li Wanê hat destpêkirin, ew pêşiyê gelekî şaş û metel bû.

Bayburtê bal kişand ku vîzyona tangoyê ji Wan û Stenbolê azad, vîzyoneke marjînal e û wekî perwerdegera tangoyê ew kêfxweş e û wiha xeberda:

"Helbet ji bo mirovan qebûlkirina ruhê tangoyê tiştekî pir dijwar e. Li Wanê beşek însan pê ra eleqedar dibin. Ew jî karmend in û xweziya ku di dilê wan da veşartî maye, dixwazin bijîn. Yên ku li vir perwerdeyê distînin, vê çand û heyecanê çiqasî nîşanî derdora xwe bidin, li bajêr hizr û hebûna tangoyê jî dê ewqasî geş bibe."

Kursiyeran jî diyar kirin ku reqsên Emrîkaya Latîn reng û celebekî nûwaze dide jiyana wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın