Tirkiye

Li Wanê veberhênana bi 50 milyon ewroyî dikeve rewacê

Di çarçoveya Bernameya Navendên Cazîbeyê da du fîrmayan biryar da ku li Wanê bihayê 50 milyon ewroyî veberhênanê bikin û ji bo projeyê dest bi xebatê kirin.

19.04.2017 - Rojanekırın : 20.04.2017
Li Wanê veberhênana bi 50 milyon ewroyî dikeve rewacê

Van

VAN

Di çarçoveya Bernameya Navendên Cazîbeyê yên Veberhênan û Hemleya Piştgiriyê ku Serokwezîr Bînalî Yildirim eşkere kir da du fîrmayan biryar da ku li Wanê bihayê 50 milyon ewroyî veberhênanê bikin û ji bo projeyê dest bi xebatê kirin.

Bernameya Navendên Cazîbeyê yên Veberhênan û Hemleya Piştgiriyê li Diyarbekirê ji aliyê Serokwezîr Yildirim va hatibû eşkerekirin û li Wanê ji bo vê gavek hat avêtin.

WILDO Groupa ku li Tirkiyeyê 65 bajaran veberhênanê wê hene û AIDA Groupa ku li Îranê veberhênanê wê hene, di çarçoveya bernameya navendên cazîbeyê da biryar dan ku li Wanê veberhênana bi 50 milyon ewroyî bikin û ji bo projeyê jî dest bi xebatê kirin.

Fîrmayan li Herêma Organîze û Sanayiya Wanê 100 hezar mêtreqare cih peyda kir û wê li ser 63 hezar mêtreqare fabirqeyeke sergirtî çêkin û tê da ji dar û beran tiştan çêkin û li bazara navwelêt û derwelêt bifroşin.

Tê gotin wê 500 kesê di fabirqeyê da werin îstixdamkirin.

Midûrê Giştî yê WILCO Groupê Mehmet Avci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku şirket li 60 parêzgehan û li 400 navçeyan xizmetê dike û ew di çarçoveya "Bernameya Navendên Cazîbeyê yên Veberhênan û Hemleya Piştgiriyê" da dixwazin li herêmê veberhênanê bikin.

Avci destnîşan kir makîneyên ku dê li fabrîqeyên bên emilandin, ewê ji Almanyayê îtxal bikin û herwiha miemeleyên pêwîst wan da destpêkirin û wiha xeberda, "Hedefa me ew e ku heya dawiya sala 2018an em fabrîqeya xwe temam bikin û dest bi hilberînê bikin. Plansaziya veberhênana me li ser 50 milyon ewroyî ye. Pêşiyê emê 300 kesî îstixdam bikin. Herwiha hedefa firotana me jî 20 milyon dolar e. Di wextê pêşiya me da emê vê reqamê derxin 50 milyon dolarî."

Serokê HPOya Wanê Şemsettîn Bozkurt jî da bibîrxistin ku di çarçoveya "Bernameya Navendên Cazîbeyê yên Hemleya Veberhênan û Piştgiriyê" da 107 fîrmayî serîlêdan kir ku li Wanê veberhênanê bikin.

- "Ez bawer im dê ji kêşeya bêkariyê ra bibe çare"

Bozkurt destnîşan kir ku wan bona fabrîqeyê li HPOyê cî veqetand û wiha pê da çû:

"Ez ji dil bawer im ku Bernameya Navendên Cazîbeyê yên Hemleya Veberhênan û Piştgiriyê wê ji bo kêşeya li Wanê ya bêkariyê ra bibe çare. Dîsa şirketeke alman biryara veberhênanê stand ku li Wanê makîneyên şixul çêke. Ev yek wê li parêzgeha me çanda pîşesaziyê vejîne. Ji bo 10 salên pêşiya me armanca me milyarek dolar îxracat û herwiha îstixdamkirina ji sedî 10ê nifûsê bajêr e. Bi van hemleyan emê bigihêjin hedefên xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın