Tirkiye

Li Îzmîrê 76 biyanî hatin girtin

Li Urlaya navçeya Îzmîrê 76 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Îtalyayê bibin û 3 organîzator hatin derdestkirin

Haydar Şahin  | 28.07.2017 - Rojanekırın : 28.07.2017
Li Îzmîrê 76 biyanî hatin girtin

Izmir

ÎZMÎR

 Li Urlaya navçeya Îzmîrê 76 kesên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Îtalyayê bibin û 3 organîzator hatin derdestkirin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê li ser rêya taxa Demirciyê 3 wesayitên şikbar ên ku li ser wan "TRT Wesayita Wezîfeyê" hatibû nivîsandin dan sekinandin.

Ekîb li minîbêsan geriyan û di lêgerînê da İ.A, C.D û S.K.yên ajokar û 11 welatiyên Pakistanê, 16 welatiyên Somaliyê, 49 welatiyên Sûriyeyê bi tevahî 76 biyanî anîn Fermandariya Cendirmeyên Urlayê.

3 kesên ku tê îdiakirin rev organîze dikirin jî piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin. Koma biyaniyan a ku ji 36 mêr, 24 jin û 16 zarokan pêk tê jî piştî karûbarên fermî teslîmî midûriyeta îdareya koçê kirin.

Wek mayîn, hat ragihandin ku organîzatoran ji bo rêwîtiya Îtalyayê serê her penaberekî 2 hezar ewro standine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın