Li Îzmîrê operasyona terorê
Li Tîreya navçeya Îzmîrê di operasyona dijî terorê ya PKK/KCKya rêxistina terorê de 5 kes hatin binçavkirin
Izmir
ÎZMÎR
Li Tîreya navçeya Îzmîrê di operasyona dijî terorê ya PKK/KCKya rêxistina terorê de 5 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ji bo 6 gumanbaran bi hinceta ji ser medyaya civakî progandaya rêxistina terorê kirin, li giregirên dewletê heqaret kirin biryara binçavkirinê hat dayin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr li ser biryarê operasyona hevdemî bir ser 8 navnîşanan.
Di operasyonê de A.D, A.D, Ç.D, E.K. û Y.B. hatin binçavkirin. Gumanbar ji bo lêpirsînê birin Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr.
Lêgerîna kesek ku li navnîşana xwe nehat dîtin dewam dike.