Tirkiye

"Me nîşanî dinyayê da ku Quds ne bêxwedî ye"

Erdogan: "Ez wisa bawer dikim ku bi vê zîrweya dîrokî, me car din nîşanî hemû dinyayê da ku Quds bêxwedî nîne. Êdî li gor me paytextê Filistînê Quds e û ewê wisa bimîne."

Elif Orhan  | 13.12.2017 - Rojanekırın : 14.12.2017
"Me nîşanî dinyayê da ku Quds ne bêxwedî ye"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recap Tayyîp Erdogan der barê ragihandina Qudsa Rojhilat wek Paytextê Filistînê de wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku bi vê zîrweya dîrokî, me car din nîşanî hemû dinyayê da ku Quds bêxwedî nîne."

Serokomar Erdogan, piştî Zîrweya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya Neasayî li Stenbolê digel Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas û Sekreterê Giştî yê teşkîlatê Yûsuf Bin Ehmed El Useymîn civîna çapemeniyê ya hevpar saz kir.

 "Êdî tiştekî wekî ku Amerîka di navbera Îsraîl-Filistînê de navgîniyê bike nabe mijar. Ev pêvajo êdî xilas bûye" Erdogan bi van gotinan rexne li Amerîkayê girt û wiha axivî:

 "Divê em wek serokên dewlet û hikûmetên THÎyê helwesta xwe ya vir bi awayekî biryardar berdewam bikin. Me helwesta xwe ya di vê mijarê de wekî 'Quds xeta me ya sor e' îlan kir. Birêveberiya Amerîkayê digel hemû îtiraz, îqazan daxuyaniya xwe ya nehiqûqî, ji mantiqê dûr, derveyî exlaqî ya der barê Qudsê de da. Em ji roja ewil ve diyar dikin ku ev biryar hem li ber wijdan, hem li ber hiqûqê hem jî li ber dîrokê ne derbasdar e. Ango tu qîmeta vê biryara ku Trump îlan kir li ba me tune."

Serokomar Erdogan wiha nirxandin kir:

"Zîrweya îro ya THÎyê ji ber ku wehameta gava provokatîf a ku rêveberiya Amerîkayê avêt nîşan dide peyameke dîrokî ye. Feydeya israrkirina di xetayê da ji kesî ra tuneye. Em hêvî dikin ku meqamên Amerîkayê demildest dev ji vê biryara xelet berdin."

 "Êdî li gor me paytextê Filistînê Quds e û ewê wisa bimîne" Erdogan piştî van gotinan wiha dewam kir:

 "Em nikarin dahatûya Qudsê di destê welatekî bi xwînê mezin dibe de bihêin ku zarokan sivîlan, jinan bi hovane dikuje û bi vî awayî sînorên xwe berfireh dike. Em dê wek teşkîlat tu carî ji daxwaza dewleta Filistînê ya serbixwe û desthilatdar a ku di sînorên 1967an de paytextê wê Quds e paş de gav neavêjin."

Di rexneya Amerîkayê de Erdogan wiha pê de çû: "Tevî alema Îslamê ya 1,7 milyar û wek hemû mirovahiyê me careke din piştrast kir ku em daxuyaniya rêveberiya Amerîkayê red dikin. Em dê bi hemû hevkarên xwe yên navneteweyî re heta ku birêveberiya Amerîkayê ji biryara xwe ya şaş vegere û dagirkeriya Îsraîlê biqede li ser bingeha hiqûq û meşrûiyetê têkoşîna xwe ya Qudsê berdewam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın