Spor

Messi dev ji tîma neteweyî berda

Stêrkê Barcelonayê Lionel Messi piştî fînala 2016 Copa Americayê ku di encama lêdanên penaltiyê da Şiliyê 4-2 ew têk birin, ragihand ku wî dev ji Tîma Neteweyî ya Arjantînê berda.

27.06.2016 - Rojanekırın : 03.07.2016
Messi dev ji tîma neteweyî berda

Ankara

EAST RUTHERFORD

 Stêrkê Barcelonayê Lionel Messi piştî fînala 2016 Copa Americayê ku di encama lêdanên penaltiyê da Şiliyê 4-2 ew têk birin, ragihand ku wî dev ji Tîma Neteweyî ya Arjantînê berda.

Messi di daxuyaniya xwe ya li ser kanala welatê xwe TyC Sportsê da wiha got, "Tîma neteweyî ji bo min xelas bû. Ev bûn 4 fînal û êdî seba min tu wateyeke xwe nema. Min ceriband. Min pir dixwest, lê ez bi ser neketim. Dibêjim qey divê êdî ez destê xwe jê bikişînim."

Di pêşbirka fînalê ya ku Şîliyê ew têk birin da lîstikvanê forvetê yê 29 salî yê ku penaltiya ewil a li ser navê Arjantînê neavêtibû, wiha xeberda, "Beriya her tiştî min penaltî ji destê xwe kir. Bi min ev ji bo herkesî ya herî baş e. Ez di wê baweriyê da me ku zahf kes hene ku ji encama fînalê ne razî ne û li benda vê biryarê ne. Têkçûn, bi Arjantînê ra bidestnexistina şampyontiyê herî zêde min diêşîne. Minabin bêyî ku bi ser bikevin, vediqetim."

Messi 113 carî formaya Arjantînê li xwe kir û bi vê formayê va 55 gol avêt û bû skorerê herî zîrek ê dîroka tîma netweyî. Messi di 13 saliya xwe da ketibû jêrsaziya Klûba Barcelonayê û ji wê hingê vir va di vê klûbê da dewam dike. Messi 4 carî UEFA Lîga Şampiyonan, 8 carî La Liga, 3 carî UEFA Kûpaya Super, 3 carî FIFA Kûpaya Dinê ya Klûban, 4 carî Kûpaya Qralê Espanyayê û 6 carî jî di Kûpaya Super a Espanyayê da şampiyontî bi dest xist, lêbelê digel vê, di 4 fînalên Tîma Neteweyî ya Arjantînê da jî destevala vegeriya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.