Spor

Messî çavê xwe kuta Kupaya Dinyayê

Futbolîstê arjantînî Messî: "Neçûyîna Rûsyayê him ji bo min û him jî ji bo tîma neteweyî wê bûbûya derbeke mezin."

Türkan Tosun  | 13.12.2017 - Rojanekırın : 14.12.2017
Messî çavê xwe kuta Kupaya Dinyayê

Istanbul

ÎSTANBUL 

Futbolîstê ji Arjantînê Lîonel Messî got ew wek tîm hewl didin pêşva herin û di Kupaya Dinyayê ya FÎFAyê ya 2018an de wê baştir bin.

Messî (30) daxuyanî da malpera înternetê ya FÎFAyê û wiha got: "Divê me pêşbirkên Venezuela û Peruyê bi hêsanî qezenc bikira, heke me ev bikira emê di pêşbirkên dawîn de rastî pirsgîrêkan nehatana. Wek tîm em hewl didin pêşva herin. Di Kupaya Dinyayê ya FÎFAyê ya 2018an de dema em herin Rûsyayê emê baştir bin. Tîma neteweyî wê hê pir biguhere."

Messî der barê gotina Jorge Sampaoliyê Rahênerê Tîma Neteweyî ya Arjantînê ya ku dibêje "Futbol ji Messî re deyndarê Kupaya Dinyayê ye" de jî wiha axivî: Belê min ev bihîst. Ji min ra jî got. Hêvî dikim futbol di dawiyê de deynê xwe bide."

Li ser pirsa 'ew 30 salî ye û niha ji rewşa xwe qayîl e an na?' jî Messî got ew jiyana xwe û futbolê kêfxweş e.

Messî ji bo Diyarkirina Amerîkaya Başûr a Kupaya Dinyayê got asta di navbera tîman hema hema wek hevdu ye û wiha dewam kir: "Neçûyîna Rûsyayê him ji bo min û him jî ji bo tîma neteweyî wê bûbûya derbeke mezin. Minê vê çawa qebûl bikira nizanim."

Ji bo nehilbijartina Şîliyê ya ji bo Kupaya Dinyayê jî Messî wiha axivî: "Wek her kesekî ji bo min jî bû suprîz. Ew tîmeke mezin a xwedî kadroyeke baş e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.