Tirkiye

Nanpêj bû, bû miteşebis niha jî berhemên xwe difiroşe 9 welatan

Li Batmanê Azîz Yavuz atolyeya xwe ya piçûk di nava demê da bi pêş xist û kir fabrîqeya çêkirina tekneya hevîr, makîneya birînû pîvana hevîr

Önder Beyter  | 18.02.2018 - Rojanekırın : 20.02.2018
Nanpêj bû, bû miteşebis niha jî berhemên xwe difiroşe 9 welatan

Batman

BATMAN 

Li Batmanê Azîz Yavuz atolyeya xwe ya piçûk di nava demê da bi pêş xist û kir fabrîqeya çêkirina tekneya hevîr, makîneya birîna hevîr û makîneya pîvana hevîr. Yavuz aniha berhemên xwe îxracî 9 welatan dike.

Azîz Yavuzê ku li Batmanê bi salan nanpêjî kir, ji ber ku nikaribû makîneyên xwe yên pehtina nan temîr bike, çû Stenbolê û perwerde stand. Yavuz bi vê perwerdeyê va bû miteşebis.

Yavuz atolyeya xwe ya piçûk a li Herêma Pîşesaziya Organîze (HPO) di nava demê da bi pêş xist, veguhert û li ser 14 hezar mêtrokare erdî ku 7 hezar jê sergirtî ye, fabrîqe ava kir. Yavuz li fabrîqeya xwe berhemên wekî tekneya hevîr, makîneya birîna hevîr û makîneya pîvana hevîr çêdike û van berheman îxracî Iraq, Azerbeycan, Kazakistan, Gurcistan, Îran, Estonya, Letonya, Bosna Hersek û Lîtvanyayê dike û salane 8 milyon dolarî sûdê dide aboriya welat.

- Tevî 6 birayên xwe nanpêjî dikir

Yavuz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku wî li Batmanê ligel 6 birayên xwe bi salan nanpêjî kir, lêbelê dema firûna wî erize da, li herêmê temîrkarê firûnê tinebû û ji ber hindê jî ew gelekî ketin tengasiyê.

Yavuz diyar kir ku paşê ew çû Stenbolê û di vî warî da wî 6 meh perwerde stand û li dû perwerdeyê ew cardin vergeriya Batmanê. Yavuz diyar kir ku ligel karê nanpêjiyê, wî li herêmê êdî dest bi xizmeta servîsa teknîkê jî kir.

- Di nava demê da karê xwe mezin kir

Yavuz got ku wan di nava demê da atolyeya xwe ya li HPOyê bi pêş xist û ev 5 sal in jî berhemên wekî tekneya hevîr, makîneya birîn, pîvan û elengkirina hevîr, makîneyên hilhanîn û şekildanê û firûna pehtina nan çêdikin.

Yavuz bal kişand ku ew berhemên xwe difiroşin 9 welatî û bi vê îxracata xwe va jî salane 8 milyon dolarî sûdê didin aboriya welat.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın