Tirkiye

Pirtûka AAyê ya "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO"yê

Li Sarikamiş û Qaqizmana navçeyên Qersê pirtûka AAyê ya ku bi navê "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO"yê amade kiribû, hat belavkirin.

23.08.2016 - Rojanekırın : 02.09.2016
Pirtûka AAyê ya "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO"yê

Kars

QERS

Li Sariqamiş û Qaqizmana navçeyên Qersê pirtûka Anadolu Agencyê (AA) ya ku piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi navê "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO"yê amade kiribû, li welatiyan hat belavkirin.

Qaymeqamê Sariqamişê Yusuf Îzzet Karaman piştî ku pirtûk xwend qala girîngî û karên AAya beriya Komara Tirkiyeyê hatiye vekirin, kir û wiha dewam kir: "Ji roja ku AA ava bûye heta îro ji bo agahdarkirina civakê hewl daye. Pirtûkeke him bi nivîskî û him jî bi wêneyî ya ku qala derbeyê dike gelekî xweş amade kiriye. Ez ewilî Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci pîroz dikim. Înşeallah welatê me careke din rastî bûyerên wiha neyê."

- Qaqizman

Li Qaqizmanê jî pirtûka AAyê ya ku bi navê "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO"yê amade kiribû li welatiyên navçeyê hat belavkirin.

Qaymeqamê navçeyê Musa Uçgul ji kesên ku di amadekirina pirtûkê da keda wan heye ra spas kir û got: "Em Anadolu Agency di serî da ji hemû saziyên medyayê yên ku di meseleya hewla derbeyê da hesas tevgeriyan ra spas dikin. Ji hemû rayedar û xebatkarên AAyê ra spas dikim. Helbet wezîfeya herî girîng a AAyê ew e ku agahî û mijarên welatê me eleqedar dikin bêalî, rast, durist û di demeke kurt da bigihîne çar aliyê Tirkiye û dinyayê. Em zanin ku derfetên teknolojîk bi kar tîne û vê wezîfeya xwe ya girîng bi cih tîne. Ji ber ku miletê me jî ev xebatên girîng ferq kir, ez gelekî kêfxweş bûm. Ji ber vê jî ez AAyê careke din pîroz dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.