Tirkiye

"PKK û FETO ji bona eynî armancê hatine emilandin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Huner û Çandê ya Zeytînburnuyê di kutabûna bernameya havînê ya bi mazûvaniya Miftîtiya Stenbolê bi destê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê û Serokatiya Karên Diyanetê hat çêkirin da xeberda.

Ekip  | 05.08.2017 - Rojanekırın : 05.08.2017
"PKK û FETO ji bona eynî armancê hatine emilandin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Huner û Çandê ya Zeytînburnuyê di kutabûna bernameya havînê ya bi mazûvaniya Miftîtiya Stenbolê bi destê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê û Serokatiya Karên Diyanetê hat çêkirin da xeberda.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir rêxistina cudaxwaz nikare tiştekî bide zarok û ciwanên me û wiha got: "Hûn dizanin ka Yasînê me çawa şehîd kirin. Yasînê me 15 salî bû li Diyarbekirê goştê qurbanê belav dikir. Wan çi kir? Hûn dizanin ji qata çendan avêtin. Ew şehîd kirin û paşê jî bi wesayîtê va li ser ra derbas bûn. Ev bêbext in, hûrmeta wan ji bo însanan nîne, ev bêheysiyet in. Evana bêmerhemet in jî, hîsên wan tunene. Zirara herî mezin van da zarokên me. Rêxistinê ewil dibistan, wargeh û mamosteyên me ji xwe re kirin hedef."

Erdogan der barê nifşên teze da wiha got: "Di platformên curbecur da hin kes di mijara nifşên nû da dibêjin em bêhêvî ne. Lê ez berevajiyê vê ji we hêvîdar im. Mîna wan bêhêvî nînim. Em ê hêviya xwe ji rehma Xwedê nebirin. Ez bawer dikim nifşeke dîrok, çand û medeniyeta xwe dizane hatiye û ez vê nifşê li hember xwe dibînim. Înşeallah hûn ê dewlet û gelê me ji îro hildin û pêşva bibin. Loma em vizyona Tirkiyeyê ya 2053 û 2071an emanetî we dikin. Em ê nebînin lê înşeallah hûn ê wan rojan bibînin û bijîn."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Eşkere ye û armanca rêxistinê ew e ku zarokên me yên li herêmê him ji mizgeftê û him jî ji mektebê dûr bixe û bike robot û xulamê wê fikr û ramana xwe ya kirêt. Çima? Lewra ew zanin ku ji mizgeftan, mescidan, ji wê mînberê, ji wê mîhrabê û kursiyê wezê teror û terorîst dernakevin. Eger em dibistanan û mizgeftên xwe ji bo jiyana civatê nekine perçeyekî rojane, em nikarin bigihêjine hedefên xwe. Lazim e li mizgeftên me jiyanek hebe, ruhek hebe. Bi tenê 5 caran nimêjê bike û derî bigire û paşê here, ev nabe. Ev ne mizgeft e. Di jiyana me de tiştekî wiha tuneye. Lê mixabin ev tişt me hê di mizgeftên xwe da neînaye cih. Li gor min di dema nû de mizgeft lazim e ji bilî 5 caran nimêjkirinê jî çalak bibin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir PKK û FETO ji bona eynî armancê hatine emilandin û wiha got: "Wek gel hebûna me ya li erdnîgariya me ji bawerî û îmana me tê. Loma jî car caran dixwazin gelê me bi fitneyên mezhebî, nijadî û îdeolojîk perçe bikin û berî hev bidin. Hûn niha rewşa Iraq û Sûriyeyê dibînin. Lê ji bîr nekin dixwazin heman tiştî li cem me jî derxin. Înşeallah em ê firsendê nedin vê û em ji bo vê hewl didin. Çi çaxê xwestine hin encaman bi dest bixin gelê me ew deşifre kirine. PKK ji bona kîjan armancê derxistibin holê FETO jî ji bona heman armancê hatiye emilandin. Ji ber vê jî ji ser DEAŞê ra neyartiya Îslam û misilmanan dikin."

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha axivî: "Hin kes û derdor niha ditirsin çimkî me hin nifşên dîndar û mêjiyê baş dixebitin perwerde kirine. Ji ber vê demekê ji mektebên îmam xetîbê aciz dibûn. Tehemûlî wan dibistanan jî nekir. Çimkî tirsiyan, gotin nifşeke cuda wê bê. Ji ber vê çend caran sîstema perwedeyê guhertin. Ev nayê wê meneyê ku lîseyên me yên fen, anadolu û yên din xirab in. Ew jî ji me re girîng in. Îxtiyaca me bi wan jî heye. Xebatên me yên der barê van dibistanan yên taybet jî hene. Em ê kalîteya wan jî zêde bikin. FETOyê bi saya van kêmasiyan mezin bû û bû bela serê miletê me. Di vê mijarê de ez dixwazim bibêjim gelek kêmasiyên Serokatiya me ya Kar û Barên Dînê jî heye. Ew gelekî bi derengî ketin. Me çend caran li qadan hişyar kirin, di hevdîtinên xwe yên taybet de got. Bi taybet jî em li rojhilat û başûrê rojhilat, di xebatên van deran de em bi derengî ketin."

Wek mayîn ji herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 220 xwedekar beşdarî bernameyê bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın