Tirkiye

Qasidên dildar ên TÎKAyê li Sengalê dest bi xebatan kirin

Qasidên dildar ên TÎKAyê yên ku hatin Senegalê ji bo alîkariyê bidin gelê Herêma Kazamansê ya ku ji ber şerê navxweyî bi salan tengasî kişandin, derketin rê.

23.08.2017 - Rojanekırın : 23.08.2017
Qasidên dildar ên TÎKAyê li Sengalê dest bi xebatan kirin

Ankara

ANKARA

Di çarçoveya "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê Ya Afrîkayê Ya 2017an" a di kordinasyona Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) da tê amadekirin da komeke ji 200 xwendekarê zanîngehê pêk tê ew ê 18 welatên Afrîkayê û Rojhilata Navîn ziyaret bikin. Qasidên dildan ên ku hatin Senegalê dest bi xebatan kirin.

Qasidên dildar ên TÎKAyê yên ku hatin Senegalê ji bo alîkariyê bidin gelê Herêma Kazamansê ya ku ji ber şerê navxweyî bi salan tengasî kişandin, derketin rê.

Piştî rêwîtiya ku 17 saetan ber xwe da qasidên dildar gihîştin gundê Talloumê û tevlî xebatên temîrkirina dibistana seretayî û ya navîn bûn.

Di roja ewil a bernameyê da qasidan avahiya xwendingehê boyax kir û amûrên qirtasiyeyê, çente û pifik li xwendekaran belav kirin. Rayedarên Kazmansê yê Saziya Televizyon û Rodyayê Senegalê (RTS), midûrê xwendingehê, mamoste, mixtarê gund, melayê gund û gelek xwendekar beşdarî merasima vekirina bernameyê bûn û ji bo xebatên ku tên kirin ji TÎKAyê û qasidên dildar ra sipas kirin.

- "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an"

Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an" a di kordinasyona Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) û alîkariya Weqfa Ciwaniya Tirkiyeyê, Komeleya Ciwanan a Navneteweyî, Cemiyeta Belavkirina Ilim, Weqfa Siyasaliyan, Weqfa Dinyaya Teze, Komeleya Qelemê, Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê, Yekîtiya Xwendekarên Anadoluyê û Komeleya Lêkolînên Civakî û Zanistî ya Perwerdeyê û saziyên civaka sivîlan va tê amadekirin.

Xwendekarên ji 200 zanîngehî ewê di çarçoveya bernameyê da herin 18 welatên wek Urdin, Sûdan, Tûnis, Etiyopya, Somalî, Tanzanya, Kenya, Senegal, Gîne, Kamerûn, Nîjer, Çad, Burkîna Faso, Gana, Uganda, Libya, Cezayîr û Libnanê.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.