Tirkiye

"Quweta we nagihîjê ku Tirkiyeyê rûreş nîşan bidin"

Serokomar Erdogan: "Quweta we nagihîjê ku Tirkiyeyê rûreş nîşan bidin. Dîsa quweta we qet nagihîjê ku bi tiştên wiha va me bidin tirsîn."

Ekip  | 21.07.2017 - Rojanekırın : 22.07.2017
"Quweta we nagihîjê ku Tirkiyeyê rûreş nîşan bidin"

Istanbul

ÎSTANBUL

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Çiraxanê di merasima îmzekirina peymana krediyê ya Nexweşxaneya Bajêr a Stenbolê ya li Îkîtelliyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê nexweşxaneya ku bê çêkirin da agahî da û wiha got: "Nexweşxaneya Bajêr a Îkîtelliyê ya ku 5 hezar karker û 400 mîmar û endazyar ew ê tê da bixebitin û li gor planan di nav 36 mehan da bê temamkirin, di qada tendûristiyê da nêrîneke nipînû bîne welatê me. Di demeke ku hin alî dixwazin Tirkiyeyê têxin nav tengasiyê û bi dek û dolaban tevdigerin da ev peymana tê çêkirin, ber vê yekê ez vê peymanê girîng dibînim. Eva peymana fînansê asta bilindiya kredîbîlîteya navneteweyî ya Tirkiyeyê jî nîşan dide."

Serokomar Erdogan diyar kir ku piştî hewla derbeyê ya 15 Tîrmehê rayedarên înşaeta Ronesansê û dostên me yên japon ji bo vê peymanê hatin balhev û wiha axivî: "Hinekan xîret nekirin ku ji me ra bêjin 'derbasî be' lê ev japonan bi pereyên mezin tên û bi me ra peymanan îmze dikin. Ev hereketên dostên samîmî û rast in. Ez ji vê derê wan ra ji bo alîkariyên wan û mêvandariya wan gelek spasiya dostên me yên japon dikim."

Erdogan got ku miletê tirk, dostên xwe yên ku jê bawer dikin, di demên zor û zehmet da li cem cih digrin û lê xwedî derdikevin tu carî ji bîr nake û wiha pê da çû: "Em ji kesên ku gazî welatê xwe dikin ra dibêjin 'werin em bi hev ra qezenc bikin'. Lewra hewcedariya me bi qenciyê nîne, hewcedariya me bi hevra qezenckirinê heye. Ji hemû kesên xwedî vê nêrînê ne ra deriyên welatê me heta ser piştê vekirî ne û ez dixwazim vê yekê li vê derê careke din îfade bikim." 

"Ev tişta ji bo kesên ku li meqamên siyasetê ne eybe"

Serokomar Erdogan der barê helwesta ku Almanya nîşan dide da wiha axivî: "Wezîrê Aboriyê yê Almanyayê dixwaze bi peyamên xwe va şîrketên ku li Tirkiyeyê dixebitin bitirsîne. Ez van peyaman bi tundî şermezar dikim. Ev tişta ji bo kesên ku li meqamên siyasetê ne eybe. 

Ez li Teşkîlata xwe ya Îstixbarata Neteweyî û Wezîrê xwe yê Karên Navxweyî geriyam û min ji wan pirsî; 'hetanî vê gavê lêpirsîn an lêkolîneke ku me li ser saziyên Almanyayê daye destpêkirin gelo heye?' Do hevalên min wiha bersiv dan min; 'lêpirsîn an lêkolîneke ku me li ser saziyên Almanyayê daye destpêkirin tune ye, hemûyên wan derew in'."

Erdogan ji bo van kirinan got, "Ez dixwazim vê bînim bîra dostên me yên alman û hemû dinyayê; Quweta we nagihîjê ku Tirkiyeyê rûreş nîşan bidin. Dîsa quweta we qet nagihîjê ku bi tiştên wiha va me bidin tirsîn. Me hetanî îro çawa ku saziyên alman di garantî û ewlehiyê da da xebitandin ji îro şûn da jî em ê wan di garantî û ewlehiyê da bidin xebitandin."

Serokomar Erdogan der barê rewşa Tirkiyeyê da jî axivî û axaftina xwe wiha domand: "Tirkiye di siyaset û aboriya dinyaya ku ji nû va tê avakirin da ji xwe ra ciyê herî rast, adil û bi qezenc dîtiye û ew ê bibîne jî. Ne êrîşên har ên rêxistinên terorê ne jî durûtiya navneteweyî ya ku tê nîşandan nikarin pêşi li vê bibirin.

Çend êrîşî Tirkiye bikin jî li herêmê çend krîz hebin jî Tirkiye roj bi roj mezin dibe û pêşva diçe. Tirkiye par bi rêjeya ji sedî 2,9an va ji Ewropayê jî serkeftîtir bû û li gor giştiyê dinyayê hat asta baştir. Îsal jî Tirkiye ji sedî 5 mezin bû û gelek kes şaş man. Înşaellah ew ê ji berê baştir bibe. Ev 4 sal e Tirkiye di bin êrîşê da ye lê ber bi ronahiyê diçe û dest pê kiriye.

Aktorên navneteweyî, bala xwe nadin ser daxuyaniyên saziyên nirxandinê yên krediyê ku bi fikr û ramanên siyasî biryarê didin ew bala xwe didin ser rastiyên welêtan. Rastiya Tirkiyeyê jî li pêş çavan e. Hin sazî û welatên ku ji bo hemû dinyayê aboriya hevkar, siyasî û standardên civakî kifş dikin, dema li hesabê wan neyê tu carî guh nadin wan rêzikan, dek û dolabên wan bi her meseleyên diqewimn va piçeke din derdikevin meydanê. Kesên ku Tirkiyeyê hilnadin Yekîtiya Ewropayê ji aliyê din ra gelek welatên ku şert û mercên wan ji bo heman endamtiyê têrê nakin hildan endamtiyê û qebûl kirin. Dema em van yekan dibînin qet şaş û metel namînin. Tu karê me bi wan kesên ku baweriya ji xwe bi destê xwe xirab dikin ra tune ye." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın