Tirkiye

Qûpaya Şampiyonan Barcelonayê qezenc kir

Di pêşbirka "Qûpaya Şamyiyonan a Navneteweyî" ya li DYAyê hat kirin da Barcelonayê Juventus 2 û 1 têk bir û bû xwediyê qûpayê

Abdullah Tel  | 23.07.2017 - Rojanekırın : 24.07.2017
Qûpaya Şampiyonan Barcelonayê qezenc kir

New York

NEW YORK

Barcelona û Juventus li New Jersey a eyaleta DYAyê di pêşbirka "Qûpaya Şamyiyonan a Navneteweyî" da hatin hemberî hev.

Di pêşbirkê da Barcelonaya tîma Spanyayê Juventusa tîma Îtalyayê 2 û 1 têk bir û bû xwediyê qûpayê.

Her du tîm li Stadyûma MetLifeyê li pêş 82 hezar û 104 temaşevanan hatin hemberî hev.

Ji Barcelonayê Neymar bi golên di deqîqeyên 14 û 26an da tîma xwe 2 û 0 bi pêş xist.

Di nîva ewil da ji bilî wan tu gol nehat û di deqîqeya 62an a nîva duyemîn da ji Juventûsê Giorgio Chiellini gol şand qeleya Barcelonayê û skor bû 2 û 1.

Pêşbirk bi vê skorê qediya û li DYAyê Barcelona bû xwediyê Qûpaya Şamyiyonan a Navneteweyî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.