Tirkiye

Rokêt avêtin Kilîsê

3 rokêtên ku ji aliyê mensûbên PYD/PKKa rêxistina terorî yên li herêma Efrînê ya Sûriyeyê hatin avêtin îsabetî navenda Kilîsê kirin

Elif Orhan  | 22.01.2018 - Rojanekırın : 23.01.2018
Rokêt avêtin Kilîsê

Kilis

KILÎS 

Li Kilîsê 3 rokêtên ku ji herêma Efrînê ya Sûriyeyê hatin berdan ketin navenda bajêr.

Li gor agahiyên ewil ên ku hatin bidestxistin mensûbên PYD/PKKa rêxistina terorî yên li Efrînê saet dora 15.00ê de ji rokêtên ku li pey hev hatin berdan li Taxa Kazim Karabekîr îsabetî banê avahiyekî kirin. Rokêtên din jî li rêya meşê ya nêzî avahiyê û qada vala ketin lê belê neteqiyan.

Ekîbên polêsan ên ku sewqî cihê bûyerê kirin li hawirdor tevdîr sitandin. Di bûyerê de tu kes nemir an jî birîndar nebû lê di avahiyê de xisar çêbû.

Piştî êrişê yekîneyên topavêj ên li sînor bi cî bûyî bi obusên Firtinayê kozikên ku terorîst lê ne gulebaran kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın