Tirkiye

RTUKê "propagandaya rêxistinê" efû nekir

RTUKê kanalên ku propagandaya PKKya rêxistina terorê kirin efû nekir. Di vê çarçoveyê da ceza da 3 kanalan.

24.09.2016 - Rojanekırın : 26.09.2016
RTUKê "propagandaya rêxistinê" efû nekir

Ankara

ANKARA

Dezgeha Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) kanalên ku propagandaya PKKya rêxistina terorê kirin efû nekir. Di vê çarçoveyê da ceza da 3 kanalan.

Li gor agahiyên ku ji rayedarên RTUKê hatin sitandin, lijneya bilind di civîna ku 22yê îlonê hat kirin da li ser kanalên ku propagandaya PKKyê rêxistina terorê dikin axivî. Di vê çarçoveyê da ceza da HTV Hayat, Van TV û Ozgur Gun TVya ku hat tesbîtkirin propagandaya rêxistinê kirine.

Biryar hat dayîn ku li gor Qanûna Der Barê Xizmetên Weşanê ya Saziyên Radyo û Televizyonan a bi hejmara 6112ê ji ber "pesndayîna rêxistinên terorê, hêzdarnîşandana rêxistinê" ceza bidin HTV Hayat û Van TVyê.

Wek mayîn ji ber îxlalkirina Qanûna bi hejmara 6112ê biyar hat dayîn ku ceza bidin Ozgur Gun TVyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın