Spor

Saglam bi tîma Lîga Îranê Traktor Saziyê ra li hev kir

Saglamê dîrektorê teknikî bi tîma Lîga Îranê Traktor Saziyê ra li hev kir.

Nihat Kavşut  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
Saglam bi tîma Lîga Îranê Traktor Saziyê ra li hev kir

Bursa

BURSA

Ertugrul Saglamê dîrektorê teknikî bi tîma Lîga Îranê Traktor Saziyê ra li hev kir.

Rêvebirên tîma Îranê ku ev demeke dirêj bû dixwestin bi Saglam ra bixebitin û li Stenbolê pê ra civiyan.

Di hevdîtinê da Ertugrul Saglam û rêvebirên tîma Traktor Saziyê di prensîbê da li hev kirin.

Hat ragihandin Ertugrul Saglam wê îşev here Îranê û piştî hevdîtina dawîn sibê peymana ji bona 11 pêşbirkan bi Traktor Saziyê ra îmze bike.

Tîma Traktor Saziyê li Lîga Îranê di rêza 11an da ye.

Ertugrul Saglamê daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir bi rêvebirên tîma Îranê ra di prensîbê da li hev kirine û wiha got: "Ez ê îşev herim Îranê. Sibê em ê hevdîtineke dawîn bikin û heke pirsgirêk dernekeve ez ê tîmê bixebitînim. Hêvî dikim ji bona min û Traktor Saziyê bi xêr be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.