Tirkiye

Sala 2017an li dinyayê wiha derbas bû

Sala 2017an jî bi bûyer, geşedan û mijarên cihêreng derbas bû û wek hemû salan gelek rûdanên ku nayên jibîrkirin di hafizeya mirovan de hiştin.

Muhammet Kurşun  | 29.12.2017 - Rojanekırın : 31.12.2017
Sala 2017an li dinyayê wiha derbas bû

Ankara

ANKARA 

Sala 2017an jî bi bûyer, geşedan û mijarên cihêreng derbas bû û wek hemû salan gelek rûdanên ku nayên jibîrkirin di hafizeya mirovan de hiştin.
Sala 2017an, bi bûyerên wek: êrişa Artêşa Myanmarê li ser Misilmanên Arakanê-Rohîngya ku bi sed hezaran însan koçberî Bangladeşê bûn, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a der barê redkirina penaberan de, krîza şerê navxweyî yê Sûriyê, ceribandina nukleerî ya Koreya Bakur, peymana nukleerî ya digel Îranê, serkeftina Angela Merkelê di hilbijartinan de, mirina Serkomarê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî û Serkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, birêveçûna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, bidestxistina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şebiyê ve û ketina hemû deverên binîqaş ên di çarçoveya madeya 140î de, bidawîhatina wezîfeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ragihandina Qudsê wek paytextê Îsraîlê ji aliyê Trump ve derbas bû.

Mijarên ku herî zêde derketin pêş; Quds, Sûriye, Filîstîn, Îran, Rûsya, Myanmar-Arakan, Koreya Bakur, Kerkûk-Mûsil û referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bûn.

Kanûna Paşîn
1ê Kanûna Paşîn
Li semtê Ortakoya Stenbolê ku dikeve nav sînorê navçeya Beşiktaşê di pîrozbahiya sersalê de endamekî DEAŞê êrişî mekaneke şahiyê kir û 39 kes kuştin, 79 jî birîndar kirin.
8ê Kanûna Paşîn

Serokwezîr Bînalî Yildirim, seredana Herêma Kurdistanê kir û digel Mesûd Barzanî civiya. Piştî civînê Yildirim û Barzanî, li Çiyayê Zerdikê cebheya ku Pêşmerge lê bûn ziyaret kirin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Suriştî Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Fikri Işik û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag Kampa Başîkê ziyaret kirin. Serkomar Erdogan bi telefonê digel eskerên li kampê xeber da.
12ê Kanûna Paşîn
Mehkemekirina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dest pê kir.
20ê Kanûna Paşîn
Serokê Amerîkayê Donald Trump sonda yasayî xwar û dest bi wezîfeyê kir.

Sibat
2ê Sibatê
Şirketa lêgerînê Googleê şirketa herî mezin a li dinyayê Apple li pey xwe hişt û derket zîrweyê.
23ê Sibatê
Artêşa Tirkiyê di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de navçeya Helebê El Bab ji destê DEAŞê derxist.

Adar
3ê Adarê Mela Mistefa Barzanî di salvegera wefata xwe de li Herêma Barzan hat bibîranîn.
16ê Adarê Komkujiya Helebceyê li hemû Herêma Kurdistanê û dinyayê hat yadkirin.
21ê Adarê
Cejna Newrozê ku wek mizgîniya biharê tê qebûlkirin û di nav Kurdan û milletên Rojhilata Navîn û Asyayê de xwedî ehemmiyeteke taybet e hat pîrozkirin.

Nîsan
4ê Nîsanê
Encumena Wîlayetê Kerkûkê biryara beşdariya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê da

14ê Nîsanê
Li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê Enfal hat bibîranîn
16ê Nîsanê

Referandûma guherîna destûrê ya ku sîstema hikûmeta serkomariyê tîne hat kirin. Li nav welat ji bo 55 milyon û 219 hezar û 22 dengdêran 167 hezar û 140 sindoq hatin danîn. Serokê Lijneya Hilbijartinê Sadî Guven ragihand ku di referandûmê de 24 milyon û 763 hezar û 516 kesan dengê “erê” û 23 milyon û 511 hezar û 155 kesan jî dengê “na” daye. Li gor vê encamê jî ji referandûmê dengê “erê” serkeftî ye.


Gulan
2ê Gulanê
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî 979 rojan careke din bû endamê AK Partiyê. Erdogan 27ê Tebaxa 2014an ji partiya xwe îstifa kiribû û Ahmet Davutoglu li şûna wî bûbû serokê AK Partiyê.
19ê Gulanê
Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî di hilbijartinê de ji sedî 57ê dengan wergirt û cara duyem bû serkomarê welat.
19ê Gulanê
Serokê Bizava Goranê Noşîrewan Mistefa wefat kir.
20ê Gulanê
Li 3emîn Kongreya Neasayî ya HDPê Selahattin Demirtaş û Serpil Kemalpar wek hevserok hatin hilbijartin.
21ê Gulanê
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, piştî 998 rojan careke din bû Serokê Giştî yê AK Partiyê. Erdogan 27ê Tebaxa 2014an ji partiya xwe îstifa kiribû û Ahmet Davutoglu li şûna wî bûbû serokê AK Partiyê.
22ê Gulanê
Rejima Esed bajarê Himsê bi temamî kontrol kir.

Hezîran
1ê Hezîranê
Salvegera damezrandina YNKê hat pîrozkirin.
1ê Hezîranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump, biryar da ku welatê wî ji Peymana Îklîmê ya Parîsê vekişe.
5ê Hezîranê
Siûdî, Îmarat, Behreyn, Misir û Yemenê bi sedemê ku piştgiriya rêxistinên terorî dike têkiliyên xwe digel Qeterê qut kirin û 48 seet mawe dan dîplomatkarên vî welatî ku welatê wan terk bikin.
7ê Hezîranê
Bi beşdariya hemû partiyên Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmama Hewlêrê civîn hat kirin tarîxa referandûma serxwebûnê hat diyarkirin. Biryar hat dayîn ku referandûma li deverên binîqaş jî 25ê Îlona 2017an were kirin.
15ê Hezîranê
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, piştî Parlamenterê CHPê bi biryara mehkemeyê hat girtin ragihand ku dê sibê li Guvenparka Enqereyê daxuyaniyeke çapemeniyê bide û dowîzeke ku li serê “Edalet” nivîsandî ye bilind bike.

16ê Hezîranê
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, wek nerazîbûneke li hemberî biryara girtina Berberoglu ji Enqereyê dest bi meşa xwe kir. Kiliçdaroglu ji Enqereyê heta Stenbolê meşiya.
21ê Hezîran
Li Siûdiyê Mûhemmed Bin Selman li şûna Mûhemmed Bin Nayif wek Welîehd hat diyarkirin. Ev di tarîxa Siûdiyê de cara yekem bû ku Welîehd guherî.

Tîrmeh
9ê Tîrmehê
Navenda Mûsilê ku ji 10ê Hezîrana 2014an vir ve di destê rêxistina terorî DEAŞê de bû bi beşdariya Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge hat rizgarkirin.
15ê Tîrmehê
Yada salvegera hewla derbeya 15ê Tîrmehê ku li Tirkiyê ji aliyê rêxistina terorî ve hat kirin û bi ser neket hat kirin.
31ê Tîrmehê
Serokê Diyanetê Mehmet Gormez teqawid bû.

Tebax
1ê Tebaxê
Parlamenteriya parlamenterên HDPê Hezer Ozturk û Faysal Sariyildiz hat betalkirin.

31ê Tebaxê
Navçeya Telaferê ku dîsa di hezîrana 2014an de ketibû destê DEAŞê hat rizgarkirin.

Îlon
15ê Îlonê
Meclisa Herêmê biryara referandûmê pesend kir.
25ê Îlonê
Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê li Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û hemû deverên binîqaş hat kirin li gor Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê ji sedî 92,3 dengê “Erê” derket.

Çiriya Pêşîn
3ê Çiriya Pêşîn
Serkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî li Almanyayê wefat kir.
5ê Çiriya Pêşîn
Hewîceya navçeya Kerkûkê ji destê DEAŞê hat derxistin.
16ê Çiriya Pêşîn
Kerkûk ket destê Heşda Şebî û Artêşa Iraqê.
17ê Çiriya Pêşîn
Şengal, Xaneqîn û deverên binîqaş ketin destê Heşda Şebiyê.
30ê Çiriya Pêşîn
Wezîfeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bidawî hat.

Çiriya Paşîn
3ê Çiriya Paşîn
Rejima Esed navenda Dêra Zorê ji DEAŞê stend.
4ê Çiriya Paşîn
Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî li Siûdiyê ji wezîfeya xwe îstifa kir. Piştî ku Fransa û gelek welatên din ketin navberê Herîrî îstifaya xwe paşde kişand.
12ê Çiriya Paşîn
Li sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê erdhejeke bi mezinahiya 7,2 wê navenda wê Kirmanşah bû çêbû. Di zelzeleyê de li Îranê ji 500î zêdetir însan mirin û nêzîkî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Li Herêma Kurdistanê jî nêzîkî 5 kes mirin û 100 jî birîndar bûn.
20ê Çiriya Paşîn
Mehkemeya Federal a Iraqê ragihand ku referandûma Herêma Kurdistanê ne li gorî destûrê ye û divê were betalkirin.

Kanûna Pêşîn
2ê Kanûna Pêşîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Parîsê kir û digel Serkomarê Fransayê Emmanuel Macron civiya. Barzanî û Macron piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê dan. Macron diyar kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi guftûgoyê çareser bibin û Heşda Şebiyê were hilweşandin.
6ê Kanûna Pêşîn
Serokê Amerîkayê Donald Trump, biryara Kongreyê ya der barê îlankirina Qudsê wek paytextê Îsraîlê xiste fiîliyatê û fermana destpêkirina karûbarên bicihkirinê îmze kir.
13ê Kanûna Pêşîn

Bi bangewaziya Serokê Heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî Serkomar Recep Tayyîp Erdogan civîna neasayî ji bo Qudsê li Stenbolê hat kirin. Di encama civînê de deklarasyonek hat ragihandin û Qudsa Rojhilat wek paytextê dagirkirî yê Dewleta Filistînê hat qebûlkirin.
18ê Kanûna Pêşîn
-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Berlînê kir û digel Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Derveyî Sigmar Gabriel civiya. Barzanî û Gabriel piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar saz kirin. Almanyayê di hevdîtinan de ragihand ku dê piştgiriya wan a bo Pêşmerge berdewam bibe.
-Navend Silêmaniyê li Helebce, Raniye, Qeladize, Kelar û bajarên derdorê alîgirên Goran û Komelê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê çalakî meşandin. Di çalakiyên girseyî de ku 3 rojan dewam kir 5 kes hatin kuştin û nêzîkî 100 kes birîndar bûn. Rayedarên hikûmeta Herêmê ragihandin ku "destekî biyanî di nav xwepêşandanan de heye" û kesên ku di nav xwepêşandêran de çek di destê wan de bûn bal dikişandin.
27ê Kanûna Pêşîn
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî piştî referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê û ketina Kerkûkê bi demeke dirêj cara ewil di civîna heftane ya dawîn de peyameke erênî der barê destpêkirina guftûgoyên Hewler-Bexdayê de da.
21ê Kanûna Pêşîn
Pêşnumaya li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi 128 dengan hat qebûlkirin. Digel tehdîdên Amerîkayê jî 128 welatan “erê”, 9an “red” da û 35 welat jî “bêalî” man.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.