Spor

Serena Williams wê ji kortan dûr bikeve

Tenîsvana jin a DYAyî Serena Williams ku li tevahiya dinyayê navdar e ji ber ku hemle ye wê vê sezonê ji kortan dûr bikeve.

20.04.2017 - Rojanekırın : 25.04.2017
Serena Williams wê ji kortan dûr bikeve

Ankara

ANKARA

Tenîsvana jin a DYAyî Serena Williams ku li tevahiya dinyayê navdar e ji ber ku hemle ye wê vê sezonê ji kortan dûr bikeve.

Berdevka çapemeniyê ya Williamsê, Kelly Bush Novakê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku tenîsvana 35 salî hemle ye û wiha got, "Ez pir kêfxweş im ku xebera hemlebûna Serenayê didim. Em pêşbînî dikin ku payîzê biwelide. Ji ber vê qasê Serenayê di tûrnûwayên sala 2017an da cih negire."
Williamsa ku di kariyera wê da 23 şampiyoniya grand-slamê hene jî li ser hesabê xwe yê Snapchatê wêneyek belav kir û di binî da "20 hefteyî" nivîsî, lê paşê parvekirina xwe jê bir.
Williams ji ber ku hemle ye wê vê sezonê beşdarî tûrnûwayan nebe. Tê pêşbînîkirin ku wê sala bê li kortan vegere.

Serena Williamsê par ragihandibû ku bi Alexis Ohanianê 33 salî ku yek ji avakarê malpera civakî ya nûçeyan Redditê ye, ra bûye destgirtî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın