Tirkiye

Serokomar Erdogan bang li Ewropayê kir

Serokomar Erdogan: "We piştgiriyê da kampanyaya 'na'yê û hûn bi ser neketin. Niha wê defterê bigirin û hewl bidin û bibêjin 'em ê çawa bi Tirkiyeyê ra têkiliyên baş deynin.' Em digel wan kampanyayan deriyên xwe ji we ra vedikin"

Nihat Kavşut  | 28.04.2017 - Rojanekırın : 28.04.2017
Serokomar Erdogan bang li Ewropayê kir

Istanbul

ÎSTANBUL

 Serokomar Erdogan bang li Ewropayê kir û wiha got: "Wek Serokomar ez ê her dem li cem veberdêr û karsazan bim. Em ê li dewletên din jî bi taybetî kar û xebatên xwe bikin. Bila di vê mijarê da gumana kesî tunebe û guh nede kampanyayên xelet yên li derva tên kirin. Ez bang li kesên van kampanyayan dikin, dikim: Pêşiyê li welatê xwe terorîstan nehewînin û veneşêrin. Bi taybetî jî Ewropa... Dev ji vê berdin. Temam, we piştgiriyê da kampanyaya 'na'yê û hûn bi ser neketin. Niha wê defterê bigirin û hewl bidin û bibêjin 'em ê çawa bi Tirkiyeyê ra têkiliyên baş deynin.' Em digel wan kampanyayan deriyên xwe ji we ra vedikin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina taybet a Zîrweya Stenbolê ya Konseya Atlantîkê da axivî.

Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser rageşiya di Meclisa Makedonyayê da derket û wiha got: "Me bi hev ra tiştên do li Makedonyayê qewimîn temaşe kir. Bûyerên piştî hilbijartina serokê meclisê derketin ecêb in. Tundî ji bo pirsgirêkan nabe çareserî. Li ser navê dewleta xwe ji kesên birîndar bûn ra dibêjim 'derbasî be.' Serê serda tirkên li Makedonyayê ji bûyeran dûr sekinîn û hêvî dikim vê helwesta xwe biparêzin. Dixwazim li Makedonyaya dost hizûr û îstiqrar çêbe."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe nîzama miesses a kurewî rex kir û wiha dewam kir: "Nîzama miesses a kurewî li ber mijarên ku tesîra wan li ser me çêdibin, bi taybetî jî yên li herêma me, çalakbûna xwe winda dike. Mixabin îtibara platformên wek Konseya Ewlekariyê ya NYyê û YEyê jî ji bo hesabên berjewendiya demborî ya hin welatan tê qurbankirin. Ji ber ku mekanîzmayên ji bo çareseriyê hatine avakirin nikarin bersivê bidin, êdî ketine halekî wisa ku ji çareseriyê zêdetir pirsgirêkan derdixin."

Erdogan destnîşan kir yan em ê format biavêjin mekanîzmayên heyî yan jî em ê temaşe bikin û pê da çû: "Bi taybetî divê hin rastî baş bên fehmkirin. Yan em ê format biavêjin mekanîzmayên heyî yan jî em ê temaşe bikin û vîrusa rêşbîniyê laşê me dorpêç bike. Yan em ê guh bidin daxwaz û pêşniyazên aktorên teze yan jî em ê teslîmî pergala bêçareseriyê derdixe, bibin. Yan em ê rê bidin bayê guherînê yê ji jêr va tê yan jî em ê bisekinin û ev ba bibe babelîsk û em jî bi ber bikevin û wenda bibin. Tiştên li ber me vekirî û eşkere ne. Bêguman di destê me da ye em vê tabloya neyînî bikin erênî û qeyranê ji xwe ra bikin fersend."

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser mijara penaberan û wiha got: "6 sal in bi temamî bi derfetên xwe 3 milyon penaber em li welatê xwe diezimînin û heta niha tevlî saziyên sivîl ji bo wan bi qasî 25 milyar dolar pere hatiye xerckirin. Yê ku ji me ra tê çi qas e? Ji Yekîtiya Ewropayê li gor soza ku dane di Tîrmeha 2016an da lazim bû 3 milyar ewro bidana, lê heta niha çi qas hatiye 725 milyon ewro hatiye, lazim bû 3 milyar ewroyê din jî bihata lê qet deng dernakeve. Gelo ji Komîseriya Bilind a NYyê tiştek nehat? Ji wir jî 550 milyon dolar hat. Yê ji me ra hatiye ev e lê pereyê me xerc kiriye 25 milyar dolar e."

Erdogan di axaftina xwe da bêdengiya li dijî Rêxistinên terorê rexne kir û wiha peyivî: "Tenê bi hinceta li dijî DEAŞê şer dike bêdengiya li hemberî rêxistinên terorî yên wek PKK, YPG rê li ber guherînên demografîk û nijadî, kuştinên li herêmê û sûcên mirovahiyê vedike. Em PYD û YPGyê nas dikin. Ev zarokên PKKya rêxistina terorî ya li cem me ne. Em wan baş nas dikin û em dizanin li vê herêmê kî çi kes e. Divê ev ji me were pirsîn. Divê dostên me ji me hîn bibin. Ji ber vê jî li ser agahiyên xelet ji bo pêşerojê gavên xelet tên avêtin û herêm di nav xirabbûnê da ye. Medeniyet xirab dibin û însan mehkûmî mirinê dibin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir em dixwazin axa Sûriyeyê ji hev neqete û wiha got: "Tiştekî pir asayî ye ku Tirkiye wan heqên xwe yên li gor hiqûqa navneteweyî jî hene bi kar bîne. Em dewleteke hiqûqî ne, heqê me çi be em wan bi kar tînin û emê bi kar jî bînin. Heta tehdîd dewam bikin emê bi her awayî tevdîran hildin. Emê bi tu awayî nehêlin ku li ser sînorê me yê başur korîdoreke terorî bê avakirin. Hela hela li bakurê Sûriyeyê hin cahilên hewla avakirina dewletê didin hene. Gotinek heye 'Dibêjin cahil wêrek in' ew jî di wê kêfê da ne li gor xwe lijneya wezîran ava dikin filan... Em van bêbersiv nahêlin û destûrê nadin ku li bakurê Sûriyeyê dewleteke wiha bê avakirin. Lewra em li dijî parçebûna Sûriyeyê ne, em dixwazin axa Sûriyeyê ji hev neqete. Em bibiryar in ku têkoşîna xwe ya li dijî terorî li hundir û derveyê welêt bidomînin. Em di vê mijarê da ji hemû heval û hogirên xwe li benda piştgiriyê ne."

Der barê têkilî û pêwendiyên Tirkiye-Emrîkayê da jî wiha got: "Berê bi saya helwestên hevbeş me bi hev ra dît çawa serkeftin û bandorên stratejîk çêbûn. Bi taybetî di vê heyama hesas da têkiliya bi hevalbendan ra zehf girîng e. Pêwendiyên payebilind ên bi rêvebiriya Trump ra ji Kanûna Paşîn a 2017an vir va dewam dikin. Ez hêvî dikim bi birêz Trump ra ji bo têkiliyên Tirkiye-Emrîkayê rûpeleke nû vebe."

Li ser mijara vejenê jî Erdogan wiha peyivî: "Di sedsala 21an da divê enerjî sedema wêrankeriyê nebe, mifteya hevkariyê be. Bi vê nêrînê ji bo pêşvebirina hevkariya navneteweyî em mazûvaniya gelek çalakiyên kurewî dikin."

Erdogan bal kişand îadekirina serekê FETOyê û wiha got: "Daxwaza me ya sereke ji Emrîkayê ew e serokê FETOyê bê girtin û ji bo mehkemekirinê îadeyî Tirkiyeyê bikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir piştgiriya ku Tirkiye ji mutefîqên xwe hêvî dike hem diyar e û hem jî heqê wê ye û wiha got: "Em hîmayekirina wan kujerên qesda demokrasiya me kirin û 249 însanên me kuştin ku ji hêla welatên em dost dihesibînin va tê kirin nikarin qebûl bikin. Esasê Îtifaqa Atlantîk û NATOyê ew e ku li hev xwedî derkevin, di rojên zor û zehmet da piştgiriya hev bikin. Heke em li hesasiyetên hev xwedî dernekevin, em nikarin bihevrebûnê nîşan bidin. Piştgiriya ku Tirkiye ji mutefîqên xwe hêvî dike hem diyar e û hem jî heqê wê ye."

Erdogan bal kişand ser hevdîtina xwe ya wê bi Trump ra bike û wiha xeber da: "Ya ku em ji Birêz Trump hêvî dikin; em ê bi tenê DEAŞê têxin hedefê an hemû rêxistinên terorî? Heke em bi tenê berê xwe bidin DEAŞê em ê têkevin şaşiyê. Yanê ji aliyekî va rêxistineke terorî ji holê radikin ji aliyê din va rêxistineke terorî ya din hêzdar dikin. Lewra mixabin alîkariya sîlehan didin wan. Sîlehên ku ji wan ra tên bi DEAŞê ra parve dike. Di destê me da hemû belge hene. Dîmen hene, qeyd hene, em van baş dizanin, tu maneya wê tune ku vana wir da û wê da birevînin. Dibê ez ji Birêz Trump ra qala van bikim."

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo Atlantîkê girîng e û wiha got: "Tirkiye ji bo herdu aliyên Atlantîkê wekî paşerojê di pêşerojê da jî şirîkekî xurt û ewle ye. Di vê heyamê da gelek girîng e em vê hevkarî û hevalbendiyê bihêz bikin. Di vê heyama hesas da divê em şirîkatî û hevalbendiya xwe ji nû va xurt bikin. Divê em têkiliyên xwe di ser rêxistinên terorî ra nemeşînin û wek dewlet bi hev ra bimeşînin. Rêxistinên terorî kî ne? Em çima wan hildidin cem xwe? Rêxistinên terorî endamên NATOyê ne? Na. Di NATOyê da em bi hev ra ne. Wê çaxê em çima ji rêxistinên terorî alîkariyê dixwazin? Em hene. Em amade ne li herêmê her cure alîkariyê bidin û em amade ne di nav her cure koalîsyonê da cî bigirin. Lê bi rêxistinên terorî ra qet nabe... Lewra ew neyarên me ne."

Erdogan di xeberdana xwe da der barê referandûma 16ê Nîsanê da wiha got: "Di van çend rojên dawîn da qevzên di qada aboriyê da, bi taybetî jî gavên ji bo pêşî li veberhênanê vebe tên avêtin, Tirkiye wek bendergeha biewle tê dîtin, ev jî nîşan dide ku encama vê hilbijartinê ber bi ku derê va diçe."

Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Wek Serokomar ez ê her dem li cem veberdêr û karsazan bim. Em ê li dewletên din jî bi taybetî kar û xebatên xwe bikin. Bila di vê mijarê da gumana kesî tunebe û guh nede kampanyayên xelet yên li derva tên kirin. Ez bang li kesên van kampanyayan dikin, dikim: Pêşiyê li welatê xwe terorîstan nehewînin û veneşêrin. Bi taybetî jî Ewropa... Dev ji vê berdin. Temam, we piştgiriyê da kampanyaya 'na'yê û hûn bi ser neketin. Niha wê defterê bigirin û hewl bidin û bibêjin 'em ê çawa bi Tirkiyeyê ra têkiliyên baş deynin.' Em digel wan kampanyayan deriyên xwe ji we ra vedikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın