Tirkiye

Şikeftên mensûbên PKKê lê disitirîn hatin îmhekirin

Li Diyarbekirê 6 şikeftên ku mensûbên PKKya rêxistina tê da disitirîn, hatin îmhekirin.

21.10.2017 - Rojanekırın : 22.10.2017
Şikeftên mensûbên PKKê lê disitirîn hatin îmhekirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Lice, Hezro û Pasura navçeyên Diyarbekirê 6 şikeftên ku mensûbên PKKya rêxistina tê da disitirîn, hatin îmhekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê operasyona eskerî ya li dijî PKKya rêxistina terorê di 18ê cotmehê da li Lice, Hezro û Pasurê dest pêkiribû duh bi serfirazî qediya.

Di operasyonê da 6 şikeftên ku mensûbên PKKê tê da disitirîn hatin serobinkirin.

Daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonê da xwarin, xurek, cil û berg û qir û qaf hatin qefaltin û 2 gumanbar jî hatin binçavkirin.

- Têkoşîna bi narkoterorê ra

Di têkoşîna li dijî narkoterorê tê dayîn da jî li Lice û Hezroyê bi tevahî 251 kîlo esrar û 184 kîlo û 900 gram jî tovê kirkirkê hat qefaltin û 7 gumanbar jî hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.