Tirkiye

Terorîstê PKKyî yê ku hat berterefkirin Serokatiya Navçeyê ya BDPê kiriye

Li Hekariyê ji 3 terorîstên ku di operasyona dijî PKKê da hatin berterefkirin, li gor tesbîtê yek jê Alî Damar e ku di 2011an da Serokatiya Navçeya Nisêbînê ya BDPê kiriye

24.09.2017 - Rojanekırın : 25.09.2017
Terorîstê PKKyî yê ku hat berterefkirin Serokatiya Navçeyê ya BDPê kiriye

Diyarbakir

DIYARBAKIR

 Hat tesbîtkirin, ji 3 terorîstên PKKyî yên ku hêzên ewlehiyê ew li Hekariyê berteref kirin, yek jê Alî Damar e ku di 2011an da Serokatiya Navçeya Nisêbînê ya BDPê kiriye.

Li navçeya Şemdînliyê, gundê Guzelkonakê herêma Yufkaliyê û li navçeya Yuksekovayê, gundê Îkîyakayê herêma Mezrukê di 22yê îlonê da li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û 3 terorîst hatibûn berterefkirin. Hat tesbîtkirin ku ji terorîstan yek Alî Damarê ku kodnavê wî "Serhabun" e.

Hat gotin ku Damar ji Şirnexê ye, di 2011an da li Mêrdînê Serokatiya Navçeya Nisêbînê ya BDPê kiriye, demekê jî wek endamê Meclisa Partiya BDPê wezîfe kiriye.

BDPê di 3yemîn Kongreya Asayî ya 2014an da navê partiyê wek Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) guherandibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın