Tirkiye

Terorîstên teslîmbûyî qala derbeyên li PKKê tên xistin kirin

Terorîstên li Diyarbekirê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn qala derbeyên ku di operasyonên hêzên ewlehiyê da li PKKa rêxistina terorê hatin xistin, kirin.

19.09.2017 - Rojanekırın : 19.09.2017
Terorîstên teslîmbûyî qala derbeyên li PKKê tên xistin kirin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Terorîstên li Diyarbekirê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn qala derbeyên ku di operasyonên hêzên ewlehiyê da li PKKa rêxistina terorê hatin xistin, kirin.

Bi beşdariya Artêşa Tirkiyeyê û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û gundparêzan li dijî PKKa rêxistina terorê ya ku dixwaze zirarê bide aştî û aramiya welêt, operasyonên hevpar tên meşandin.

Di operasyonan da navçe û tax ji mensûbên rêxistinê hatin paqijkirin û çolter jî li wan hat tengkirin.

Bi tenê di meha tebaxê da 176 terorîst hatin berterefkirin û ji destpêka operasyonan heta niha serkirdeyên qaşo berpirsê rêxistina terorê ne jî di nav da bi sedan terorîst hatin berterefkirin. Gelek mensûbên rêxistina terorê jî revîn û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

- "Pir zêde zirarê dibînin"

Hêzên ewlehiyê dîmenê îtirafê ya terorîstên ku li Diyarbekirê teslîm bûbûn, weşand û mensûbên rêxistina terorê qala derbeya ku li rêxistina terorê hatiye xistin kir.

Ji terorîstan yekî got ku PKKa rêxistina terorê di xizmeta Amerîka û welatên NATOyê da ye û wiha pê da çû: "Ez ji wan sar bûm. Ji ber ku ez tevlî wan bûm jî pir poşman im. Di vîdeoyên ji ser înternetê yên weşandin da propagandaya wan gelekî xweş e û di dîmenan da wekî ku hert tişt hebe tê nîşandan lê rastî ne wisa ye."

Mensûbê rêxistinê diyar kir ku rêxistinê dewletê bi çavekî din bi wan dida naskirin û gelek xerab nîşan dida û wiha dewam kir: "Min ev yek jî ferq kir. Di demên dawîn da bi operasyonên hatin kirin va li her herêmê û her derê zirareke mezin heye. Di van berterefkirinan da berpirsên qadan û yên rayedar jî hene. Gelek zirar digihêje û hê jî ew zirar dewam dike. Heke vê zivistanê nemirin wê zivistana pêş me teqez bimirin. Niha gel di vê heyamê da piştgiriyê nade. Beşdarbûn hema bi bibêje qet tuneye. Niha ciwanên di nav rêxistinê da ku heta niha tevlî bûyerekê nebibûn û heke tevlî jî bûbin û niha poşman bûne bila teslîm bibin lewra ev yek bi kêrî wan tê."

- "Hiş û mêjiyê kesên li wê derê tevlihev bûye"

Ji terorîstên teslîm bûne yekî din jî got ku hin mensûbên rêxistinê ji ber tirsê newêrin tiştekî bibêjin û hin kes jî rastiyan nabînin û wiha pê da çû: "Li wê derê bi her kesî ra tirsa mirinê heye. Mirov li wir zêdetir nêzî mirinê ye. Dema bizanibûna ku ez direvim ewê ez jî bikuştama. Ez lê rast nehatim, lê min ev yek pir bihîst. Ew der bi awayê xuya dike nîne. Govend filan û bêvan ew bi tenê di têlevizyonê da xuya dike. Ji ber zirar û ziyana qewimiye di demên dawîn da li bêtêlan guhdarkirin jî ne mimkun bû. Gelek kesan li bêtêlê guhdar nedikir lewra digotin yên me tên kuştin. Êdî ji hêla derûnî va têkçûn heye. Bi zêdebûna operasyonan va jî gelek tiştên din diqewimîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.