Tirkiye

"Tirkiye ji bo şandiya arîkariyê amade ye"

Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu li ser erdheja li Iraqê got: "Tirkiye ji bo şandiya arîkariyê bo mexdûrên erdheja li Iraqê amade ye. Duayên me ji bo biraên me yên li Iraqê ne"

Muhammet Kurşun  | 13.11.2017 - Rojanekırın : 13.11.2017
"Tirkiye ji bo şandiya arîkariyê amade ye"

Ankara

ANKARA

Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye ji bo mexdûrên erdheja li Iraqê amadeyî arîkariyê ye.

Çavuşoglu ji bo erdheja li nêzîkî bajarê Helebceyê bi şiddeta 7,2 rûda li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Çavuşoglu di peyama xwe de cih da van îfadeyan:

"Tirkiye ji bo şandiya arîkariyê bo mexdûrên erdheja li Iraqê amade ye. Duayên me ji bo biraên me yên li Iraqê ne."

Wezareta Derveyî jî li ser erdheja ku navenda wê başûrê rojavayê Helebveyê ye ragihand ku; "Ji ber vê erdhejê em gelekî xemgîn bûn. Bi taybetî li cihên ku birayên me yên Kurdên Iraqê dijîn bûyer qewimiye. Em ji bo yên wefat kirine ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin."

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat diyarkirin ku Tirkiye bi AFAD û Heyva Sor di vê roja teng de amade ye ku arîkariyê bigihîne xelkê Iraqê.

Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin:

"Li başûrê rojavayê Helebceyê şeva 12ê Çiriya Paşîn li gor tesbîrên ewil erdhejeke bi şiddeta 7,2 qeqimî. Em ji ber vê yekê gelekî xemgîn bûn.  Bi taybetî li cihên ku birayên me yên Kurdên Iraqê dijîn bûyer qewimiye. Em ji bo yên wefat kirine ji Xwedê rehmetê û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin. Li gor agahiyên hetanî niha ku hê tam ne piştrast in jimara miriyan kêm e. Ev jî di vê bûyera dilsoj de teselliyekê çêdike ji me re."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın