Tirkiye

TRT Kurdî dest bi weşana HD kir

TRT Kurdî ya ku yekem qanala Kurdî ye di sala 2009an da li Tirkiyeyê vebû û 24 saet bi Kurdî weşanê dike dest bi weşana HD kir

16.01.2018 - Rojanekırın : 17.01.2018
TRT Kurdî dest bi weşana HD kir

Ankara

ANKARA

TRT Kurdî ya ku yekem qanala Kurdî ye di sala 2009an da li Tirkiyeyê vebû û 24 saet bi Kurdî weşanê dike dest bi weşana HD kir.

TRT Kurdî ya ku niha bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî weşanê dike format û kalîteya xwe guhert û di 16ê rêbendanê (îro) da derbasî weşana HD bû.

TRT Kurdî ya ku navê wê "TRT 6" bû û di sala 2015an da navê xwe wek "TRT Kurdî" guherand bi formateke çêtir karê xwe didomîne.

TRT Kurdî di serî da Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, bakurê Iraqê, Sûriye û Îran li çar aliyên dinyayê ji hêla Kurdan va tê temaşekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın